Film a Pêşmerge li Firansa dê bihê pêşkeşkirin
K24- Kerkûk
Biryare roj a Heynîyê film a dokyûmênterî ya Pêşmerge li fistîval a Kan, li Firansayê bihê pêşkeşkirin. Wênegir ê serekî yê evê filmê amaje bi wê yekê dike ku qehermanê serekî yê evê filmê, şehîd ê fermandar Mexdîd Herkî ye.
Ala huşyar wênegir ê serekî yê film a Pêşmerge di hevpeyvînek a taybet bi Kurdistan 24 re got: Girte yên film a Pêşmerge ji Celewla ve heya digehe Şengar ê li hemû çeperan bê cudahî hatîye girtin û piranî ya şerran jî têde heye.
Got jî: Şehîd Mexdîd Herkî pehlevanê filmîye, derhêner ê filmî, di dem a hatin a wî bo çîya yê Zertikî serdan a wî kiribû, Mexdîd Herkî gelek bi bawerrî û hûre ve bo derhênerî axivtiû. Karîgerî li ser derhênerî kiribû, lew wek pehlevanê filmê hilbijart.
Dem a gehiştin a nşçe ya şehîdbûn a Mexdîd Herkî min gehand derhênerî ku wê dem ê li Ewrûpa bû, gelek xemgîn bû bi şehîbûn a wî.