Li Tirkiyê sûcên jinê û lînçkirinê

Li seranserê cihanê di dema dawî de berberîbûna civakî her diçe kurtir dibe û sucên jinê zêde dibe. Li Tirkiyê jî li hemberî jinan û penaberan û ol û baweriyên sûcê, kîn û nefretê û lînçkirin dibe sedema kêşeyên mezin di civakê de. Aştîxwaz û siyasetmedaran partiyên siyasî wekî ber pirsê vê rewşê dibîne.

K24 – Enqere

Li seranserê cihanê di dema dawî de berberîbûna civakî her diçe kûrtir dibe û sucên jinê zêde dibe. Li Tirkiyê jî li hemberî jinan û penaberan û ol û baweriyên sûcê, kîn û nefretê û lînçkirin dibe sedema kêşeyên mezin di civakê de. Aştîxwaz û siyasetmedaran partiyên siyasî wekî ber pirsê vê rewşê dibîne. 

Li Tirkiyê bi taybetî piştî hilbijartinên 7ê Hezîran, rewşa aloz ya siyasî bandoreke ne baş li ser civakê jî kir û li hemberî ol, bawerî û neteweyên cuda kîn û nefret û êrîşên lînçkirinê dest pê kirin. Bi taybetî êrîşên li dijî karkerên Kurd, nefret û kina li hemberî Elewî û Ermenan derket asta herî bilind. 

Saziyên civakî politikayên hikûmetê sedema vê aloziya civakî dibîne û dibejê heger wiha berdewam bike, dê civak bi temamî ji hev qut bibe.

Serokê Tevgera Aştî û Dadê Mixabin Çaglar Karakiş dibêje: “Em jî bi xemgînî li van bûyerên ku di nava civakê de pêk tên temaşe dikin. Êdî di nava civakê de gel, kesên ku ne ji wan bin dikuje, zextan lê dike, lînç dike. Di baweriya me de, li vî welatî, her kes dikare wekî xwişk û bira bi hev re bijîn. Nasname û çandên cuda dewlemendiyên vî welatî ne.”

Li aliyên din, êrîşên li bajarên Tirkan yên li hemberî Kurdan jî rojane zêdetir dibe. HDP dibêje ev êrîşên li hemberî Kurdan bi taybetî ji ber axaftinên siyasetmedaran û polîtîkayên hikûmetê yên şer e.

Berdevkê HDPê Ayhan Bîlgen dibêje: "Pêwîst e siyasetmedarên ku bi dengên gel hatine hilbijartin bi gotinên xwe, bikirinên xwe bibin mînak. Gel jî li gorî wan tevdiger e. Tiştên kusiya setmedar dikin rê li ber jiyana hevpar digire. Siyasetmedar bi gotinên xwereng û baweriyên cuda wekî dijmin dest nîşan dike. Tiştên bi vî rengî poşmaniyên mezin bi xwe re tîne, lê belê çareseriyê peyda nake."

Saziyên civakî ji bo dawî li vê aloziya di civakê de were, pêdiviyê bidawîbûna aloziya siyasî û şer û pevçûnan dibîne û bangî hemû sazî, komele û kesayetên aştîxwaz dikin, ku li her deverê peyamên aştiyane bidin, da ku ev nexweşiya civakî bidawî bibe.