Li Enqerê konferansek bo Montenegroyê

Li paytexta Tirkiyê Enqerê ji aliyê ATAUMê (Navenda lêkolinê ya civakên Ewropayê) ve derbarê Montenegroyê de konferansek hat lidarxistin. Di konferansê de dîplomat û Akademîsyenan, derbarê dîroka Montenegro, veqetandina wê ya ji Sirbistanê û prosesa endambûna wê ya di Yekîtiya Ewropayê de axivîn.

K24 – Enqere

Li paytexta Tirkiyê Enqerê ji aliyê ATAUMê (Navenda lêkolinê ya civakên Ewropayê) ve derbarê Montenegroyê de konferansek hat lidarxistin. Di konferansê de dîplomat û Akademîsyenan, derbarê dîroka Montenegro, veqetandina wê ya ji Sirbistanê û prosesa endambûna wê ya di Yekîtiya Ewropayê de axivîn.

Montenegro û Sirbistan di sala 2006ande ji hev veqetiyan. Piştî vê rûdanê Montegro serî li Yekîtiya Ewropayê da ku bibe endamê wê û gotûbêjên di navbera wê û yekîtiyê de dest pê kirin.

Di vê prosesê de, wekî ku di navbera Tirkiyê û Yekîtiya Ewropayê de, di navbera Montenegro û Yekîtiyê de jî gotûbêj li ser hin xalan girîng hatin kirin. Lê belê di nava her du welatan de hin cûdahî jî hene.

Herwiha Navenda Lêkolînê ya civakên Ewropayê (ATAUMê) derbarê vê de konfresansek saz kir û Tirkiyê û Montenegro di çarçoveya endamtiya Yekîtiya Ewropayê dan ber hev du.

Serok û Berpirsyarê Gotûbêjên bi YE yê Montenegro Alexsander Andrija Pejovic di konfiransê de got: "Tirkiyê û Ewropa, di endambûna Yekîtiya Ewropayê de, di hin mijaran de wekhevî hev in, di hin mijaran de cûda ne. Dema yek bixwaze bibî endamê YE, divêew pergala xwe ya hiqûqî û civaka xwe jî biguherîne.Ev 10 salin Montenegro welatêkî serbixwe ye. Ev jî parçeyekî Ewropayê  ye û dixwaze bibe endama YE. Ji bo vê gotûbej berdewam dike û bi tevahî 33 qonax hene."

Montenegro niha ji bo xalên gotûbêjan yên 23. û 24. amadekariya xwe dike. Ev qonaxên girînge  ji bo Montenegro, ji ber ku êdî pêwîstî bi guhertina pergala wê ya hiqûqî, pêşxistina mafên mirovan, dad û ewlehî û azadiya çapemeniyê heye.

Pispora Welatên Ewropayê Prof. Dr. Sanem Baykal jî got: "Montenegro piştî serxwebûna xwe, prosesa endamtiya bo YE gelek baş birêve dibe. Ev proses ji bo Tirkiyê çawa derbas dibe, ji boMontenegro jî wisa ye. Niha li pêşiya Montenegroyê qonaxên duristkirina hiqûq, azadiya çapemeniyê û enerjiyê hene. Herwiha di vê qonaxê de Tirkiyê û Ewropa wekî hev in."

Li gorî raporta YE ya dawî, Montenegro gelek baş ni pêş dikeve; lê belê dive Montenegro di warê azadiya çapemeniyê, yaseya partiyan û yaseyêngengelî û sûc de reformên demokratîk bike.