Li Hesekê Şer di navebra Asayîşa Rojava û rejîma Sûriyê de derket

Niha şer li bazara bajêr nêzîkî nexweşxaneya Isam Bexdî di nav bera her aliyan de berdewam e.

 

K24-Hesekê

 Li bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê şer di navbera Asayîşa Rojavayê Kurdistanê Hêzên rejîma Sûriyê de derketiye, di encam de jî 3ê welatiyên sivîl birîndar bûne.

Li gor zaniyariyên Peyamnêrê K24ê dema ku, hêzên rejîma Sûriyê xwestin ku, nêzîkî navendên Ezmûnan yên giştî yê xwedekaran Asayîşê  rê girî li ber wan girt, di en cam de şer û pevçûn derketin.

Peyamnêrê K24ê niha şer li bazara bajarê Hesekê nêzîkî nexweşxaneya Isam Bexdî  di nav bera her du aliyan de berdewam e, heta niha encamên wî şerî ne hatiye zanîn.