Rûsya: Bo Turkîyayê baştire arîşe yên xwe li gel Kurd çareser bike

K24- Hewlêr
Marîya Zaxarova, gotbêja wezaret a derve ya Rûsyayê, di kongireyek a rojnamevanî de, li ser rewş a bakûr a Kurdistanê axivt û ragehand: Bo Turkîyayê baştere bi aştîyane arîşe yên xxwe li gel Kurd çareser bike.
Di kongireyek a rojnamevanî de, Zaxarova got:Rûsya ji Turkîyayê daxwaz dike rêçare ya aştî û jîrîyê bike çareser arîşe yên xwe li Turkîyayê.
Ev axivtin ên Zaxarova di demê de dihê ku 8 mehin Turkîya û gerêla yên Partî ya Karker ên Kurdistanê(PKK) di şerr de ne û pirose ya aştîyê nemaye.
Hevdem peywendî yên Turkîya û Rûsyayê piştî êxistin afiroke ya Rûsyayî, aloz bûye û ev dû welat li ser pirs a Surayê jî ne kokin.