Li Enqerê pirtûkên Kurdî peyda bikin

K24 – Enqere
Li Enqereya paytexta Tirkiyê di hemû pirtûkfiroşan de pirtûkên Kurdî nayên firotin. Xwendevanan berê dikaribû di pirtûkxaneyên wekî Evrensel û Îmge de pirtûkên Kurdî peyda bikin. Lê berî bi du heftiyan ji aliyê hêzên ewlehiyê ve bêyî biryara dozgeriyê, firotina pirtûkên Kurdî di Evrenselê de hat qedexekirin. Niha Evrensel hemû pirtûkên Kurdî ji refên xwe rakirine.
Li bajarên Tirkiyê peydakirina pirtûkên Kurdî dijwartir dibe û ji wan yek jî Enqere ye. Li Enqerê hin pirtûkxane ji ber helwesta siyasî pirtûkên Kurdî nafiroşin û hin jî ji ber tirs û aboriya xwe pirtûkan radikin.
Li Tirkiyê pirtûkên Kurdî di bin zextê de ne û firotina wan li gelek cihan gelek caran tê qedexekirin. Karmendên pirtûkxaneya Evrenselê bi awayekî nefermî diyar kirin ku Hêzên Ewlehiyê li gorî xwastina xwe bêyî di destê wan de tu biryareke dozgeriyê hebe, firotina pirtûkên Kurdî qedexe kirine. Xwediyê Evrenselê jî hemû pirtûkên di beşa wêjaya Kurdî de rakirine.
Pirtûkfiroş Ahmet Kara ji K24ê re got: "Heta berê 10 salan hemû kes bi rehetî li Enqerê pirtûkên kurdî peyda dikirin. Dema ku hêzên ewlehî bi komkirina pirtûkan dihatin, di destê wan de belgeyek hebû. Lê niha ew bê belge tên û ne bi awayek eşkere, bi zanebûn ev pirtûk tên komkirin. Herwiha pirtûkfiroş jî naxwazin dijberê wan bikevin û pirtûkan radikin. Her ku diçe li ser pirtûkên Kurdî zext zêde dibe."
Xwendevanên pirtûkên Kurdî ji ber vê rûdanê hem li dijî pirtûkxaneyên ku pirtûkên kurdî nafiroşin nerazîbunên xwe nîşan didin. Ev xwendevan niha li ser Facebookê dest bi kempanyayek kirine û diyar kirin, ku ewê vê kempanyayê xurtir bikin. Li gor kempanyayê xwendevan li cihên ku pirtûkên Kurdî lê nayên firotin dê pirtûkên dî jî nekirin.
Editorê Weşanxaneya Dorukê Firat Ozerî jî got: "Em niha kempanyayekê amede dikin. Em dikarin vê bikin, kesên ku zimanê me nas nakin, em ji wan tiştekî nakirin, em bi wan re nakevin têkîliyê. Em dikarin li ser malperan pirtûkên kurdî bikirin. Li Enqerê jî di 3-4 pirtûkxaneyan de pirtûkên Kurdî tên firotin, em dikarin tenê ji wan deran pirtûk bikirin.
Herwiha di fuara pirtûkan a Amedê de jî pirtûk hatine qedexekirin. Bi biryara dozgeriyê pirtûkên weşanxaneya Aramê hatin qedexekirin û Aram nikare di fûarê de pirtûkê Rustem Cûdî, pirtûkên Rojhilata Navîn, îdeolojî, Sakînê Cansız û pirtuka Murat Tûrk pêşkeşê xwendevan û seredanê fuarê bikin.