Netwe yên Hevgirtî: Ew a li Bexday rûdayî renge xirabtir jê çê bibe

Nwêner ê sikirtêr ê giştî yê rêkxistî ya Netewe yên Hevgirtî li Îraqê, nîgeranî ya xwe nîşanda beranber rewş a sîyasî ya Îraqê û hêrişkirine ser avahî ya civat a wezîran ji alîyê xwepîşanderan ve, ku bû eger a kuştin û birîndarbûn a hijmarek a xwepîşanderan.

K24- Hewlêr

Yan Kubîş, nwêner ê sikirtêr ê giştî yê Netewe yên Hevgritî li Îraqê, di daxuyannameyekê de ragehand: Ew a roj a Heyînîyê li Dever a Kesk, li Bexdayê, rûda, cihê nîgeranîyê ye û dûr nîye berjebgî yên xirabtir jê çê bibe.

Di xwepîşandin ên Bexdayê bi eger a tundûtîjîyê di navber a hêz ên asayîşî û xwepîşanderan 4 xwepîşanderan can ê xwe ji dest dan û zêdetir ji 100 kes jî birîndar bûn.

Kubîş di bêje dibêje: Pêdivîye akincî û tenahî bo Îraqê vegerre, daku hemû alî bi hev re welat ê xwe ber bi pêşve bibin.