Teymûr Xelîl: pêwîste gotinên nû di zaravê Kurmancî de werin afrandin

Zimanzan Teymûrê Xelîl yek ji endamên koma zaravê Kurmancî ya ku, ji her çar parçeyên Kurdistanê pêk tê li welatê Ermenistanê dimîne.
kurdistan24.net

K24-Navenda Nûçeyan

Zimanzanê Kurd Teymûr Xelîl ragehand ku, xebata wan li ser zaravê Kurmancî berdewame, da zanîn ku, pêwîste gotinên nû di zaravê Kurmancî de werin afrandin.

Derbarê xebatên ku li ser zaravê Kurmancî tê kirin, koma zaravê Kurmancî ya ku, her şeş mehan konfiransekî derbarê ziman  birêve dibin Zimanzan Kurd Teymûr Xelîl bû mêvanê bernameya Roj Baş tê de wiha axifî: "Di konfiransa zaravê Kurmanî me behsa peydabûna hin gotinên Kurmanî yên pizîşkî, pêwîste li gor yasayên Kurdî werin afrandin, herwiha navên balindeyan û yên gul û giyayên ku, li Kurdistanê hene."

Derbarê parastina çand û kultûra Kurdî jî zimanzanê Kurd Teymûr Xelîl da zanîn ku, wan di rêya dibistanên Kurdî de gelek xebat kirine, herwiha di rêya radyoya Êrîvanê û rojnameyan jî de, ziman parastine.

Zimanzan Teymûrê Xelîl yek ji endamên koma zaravê Kurmancî ya ku, ji her çar parçeyên Kurdistanê pêk tê li welatê Ermenistanê dimîne.