Bi hevkariya çapemeniya opozîsyonê parastina mafê mirovan

Li Tirkiyê parastina mafê mirovan her ku diçe zehmetir dibe. Lê belê bi pêşketina teknolojiye û bi hevkariya çapemeniyê di dadgehan de ev agahiyên ku bi destê çapemeniyê tên tomar kirin, wekî delîl tên bikaranîn û ev yek jî ji bo parastina mafên mirovan xaleke giring e.
https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/8ec27e66-9b6f-46d7-9265-674e0bb50a0a/HevkariyaCapemeniyaMuxalif.ism/manifest

K24 – Enqere

Li Tirkiyê parastina mafê mirovan her ku diçe zehmetir dibe. Lê belê bi pêşketina teknolojiye û bi hevkariya çapemeniyê di dadgehan de ev agahiyên ku bi destê çapemeniyê tên tomar kirin, wekî delîl tên bikaranîn û ev yek jî ji bo parastina mafên mirovan xaleke giring e.

Li ser vê babeta "Di darizandinan de rola çapemeniyê" li Paytexta Tirkiyê Enqerê di Zankoya Hacettepê de konferansek hate lidarxistin. Nûnerên çapemeniya opozîsyon yên wek "Seyr-î Sokak" û "Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê" beşdarî konferansê bûn. Nûnerên ku beşdarî konferansê bûn bal kişandin li ser girîngiya girtina dîmenên bûyeran, di dadgehên Tirkiyê de berê tenê nivîs û deng wekî delîl dihatin dîtin. Lê niha dadgeh dîmenan jî wekî delîl dipejirînin.

Li gor rojnavemanên ku beşdarî konferasê bûn ev yek girîngî û rola çapemeniya opozîsyon xurt dike. Herwisa rojnamevan dibêjin kesên ku polîtikayên dewletê rexne dikin bi saya çapemeniya opozîsyon dikarin parastina mafên xwe bikin. Nûnerê Malpera Seyr-î Sokakê Oktay Înce got: "Bi saya torên medyayî êdî dewlet çalakiyên xwe yên qirêj nikare di nava kolanan de bike. Berê kuştinên kujerên wan ne diyar gelek zêde bûn lê belê bo mînak di kuştina Tahîr Elçî de bi saya çapemeniyê kujerê wî em hemû dizanin lê bi awayekî fermî nayê eşkere kirin. Niha dewlet dibêje polîs û leşkerên xwe hûn bikujin em ê we biparêzin hertişt berbiçav tê kirin."

Nûnerên dezgehên medyaya opozîsyon dibêjin, ji ber ev rola xwe, çapemeniya opozîsyon rastî astengiyên dewletê tê. Herwiha astengiyan jî wek; girtina malperên nûçeyan, binçavkirina peyamnêr û xebatkarên wan rêzdikin. Malpera DÎHAyê ku îsal 40 caran hat girtin û 13 rojnamevanên we jî niha girtî ne, Nûnerê wan yê Enqerê Kenan Kirkkaya dibêje ew ê ji bo parastina mafên mirovan li ser xebatên xwe berdewam bin.

Nûnerê DÎHA yê Kenan Kirkkaya jî got: "Wekî Can Dundar û Erdem Gul gelek xebatkarên me ji ber ku belgeyên dewletê yên weşartî eşkere kirine yanî ji ber sîxurtiyê hatine girtin. Ji ber nûçe çêkirinê, wêne girtine, ji ber şopandina nûçeyê û ji ber pêdiviyên nûçegihaniyê hatine darizandin. Ji ber ku em rastiyên şer dinivîsin û mafê mirovan diparêzin em tên astengkirin. Çi bibe bila bibe em li ser karê xwe ne."

Nûnerên çapemeniya opozîsyon amaje bi wê yeke dikin ku ji ber polîtîka û şêwazên dewletê yên şerxwaz kesên ku parastina mafê mirovan dikin êdî nikarin bi awayekî rehet di kolanan de bigerin. Ji ber ku ji aliyê dewletê ve wek hedef tên nîşandan. Herwiha rojnamevanên opozîsyon bangî saziyên sîvîl dikin ku di parastina mafê mirovan de hewlên xwe bidomînin.