li cîhanê di destdirêjiya li ser zarokan de Tirkiyê siyemîn e

li Tirkiyê zarok baş nayên parastin û zarok di nav vê pergala xirab de winda dibin.
https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/ce7e6ae8-615f-4608-a0f4-726c76d7399a/IstismaraZarokan.ism/manifest

K24-Navenda Nûçeyan

Tirkiyê di destdirêjiya li ser zarokan de li cîhanê de 3mîn e,

Navenda Jinan a Baroya Enqerê derbarê zewac û destdirêjiya zarokan de komcivînek li dar xist. Di vê civînê de pirsgirêk û çareseriya zewac û destdirejiya zarokên li Tirkiyê hat nîqaşkirin. Herwiha li ser sedema zêdebûna hejmara wan bûyeran jî hat rawestîn.

Li Tirkiyê her roj derbarê destdirêjiya zarokan de nûçe tê nivîsandin. Bo mînak bûyera Weqfa Ensarê, di çapemenî û Rojeva Tirkiyê de gelek cih girtibû. Piştî vê bûyerê wekî din bûyerên destdirêjiya li hemberê zarokan derket holê. Herî dawî destdirêjiyên li wan kampên penbarên yên li Tirkiyê derket holê. Herî dawîn piştî bajarê li Tirkiyê Dîlokê, kampa Aydinê ya bajaroka Nîzipê jî heman tişt pêk hat.

Li Baroyê zewaca zarokan jî hat axaftin. Zewaca zarokan jî wekî destdirêjiya li hemberî zarokan hat nirxandin. Li Tirkiyê zewac û destdirêjiya zarokan her diçe zêde dibe û Tirkiyê di vê mijarê de li cîhanê 3mîn û li Ewropayê jî welatê 2mîn e.

Derbarê vê mijarê Seroka Navenda Jinan a Baroya Enqerê Tûlay Çelîk Yûrek wiha got:"Li gorî hejmarên ku me li Tirkiyê komkirine, 81 hezar bûkên zarok hene û her diçe ev hejmar ber zêdebûne ve diçe. Dema ku ev zarok bihemil dimînin, jiyana xwe ji dest didin û li cîhanê hejmara wan 50 mîlyon e. Mîlyonek jê jî zarokên wan jiber wan diçe. Ev yek zirareke mezin dide tendûristiya wan."

Li Tirkiyê di destdirêjiya zarokan de mijara girîng a din jî ew e ku îstîsmara ku di hunderê malê tê kirin. Di hundirê malê de ji aliyê bav û birayên keçikan ve li hemberê wan destdirêjî tê kirin. Herwiha ev bûyer tên veşartin. Keçik çiqasî van bûyeran veşêrin, ev têkîliya ensestî her tim berdewam dike.

Derbarê vê yekê Nûnera Fonu Nûfusa Neteweyiya Yekbûyi ya Tirkiyê Gûl Erdost wiha axifî:"Li Tirkiyê, zayenda civakî gelek kûr bûye û viyana mêran tê qabûl kirin û ev jî rê li ber îstîsmara zarokan vedike. Ji ber vê yekê di çareserkirina kêşeyê de jî jin gelek kêm cih digrin. Ji ber ku jin jî vê viyanê qabûl dikin. Bo mînak, diya keçikê, têkîliya ensestê bizanibe jî, rexê keçika xwe nagire û keçik jî ji ber tirsê dengê xwe dernaxe."

Li gorî pispor û hiqûqnasan, li Tirkiyê zarok baş nayên parastin û zarok di nav vê pergala xirab de winda dibin. Heta li Tirkiyê di yaseya zarokan de kêmasî heye û divê bê guhertin. Herwiha niha li Tirkiyê, derbarê zewaca zarokan de yaseyek heye ku, rê liber wê yekê digire. Dam û dezgehên civakî jî ji bo guhertina vê yaseyê, serî li Dadgeha Destûra Bingehîn dane.