Li Mêrdînê bo penaberên Sûriyê hunra Hip-Hop û Break Dans

Li Mêrdîna Bakurê Kurdistanê nêzî 200 hezar penaberên Sûriyî hene ku, li Nisêbîn, Mîdyad, Dêrik û Qoserê belav bûne. Lê belê piraniya wan li Qosera Mêrdîn bicih bûne û bûne wekî welatiyên Qoserê.
https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/e05c18e0-a109-402f-aa75-87394c03f9a5/LiMerdineJiPenaberenSuriyeyiBreakDans.ism/manifest

K24-Mêrdîn

Li Qosera Mêrdînê, hûnermendên Hip-Hop û Break Dansê Kadir Amigo Memiş û Ferhat Duz , di çarçoveya xebatên atolyeyî de, ji bo ciwanên Sûriyê çalakiyek li dar xistin. Ciwanan bi eleqeyeke xurt nîşanî çalakiyê dan.

Komeleya Li Her Derê Hûner, Navenda Ciwanên Qoserê û Weqfa Red ya Qoserê bi piştgiriya Enstîtûya Goethe ev hefteyeke li Qosera Mêrdînê ji bo zarok û ciwanên Sûrî çalakiyên atolteyî li dar dixin.

Di roja dawî ya çalakiyan de, bi beşdariya hûnermenên navdar ên Hip-Hop û Break Dansê Kadir Amigo Memiş û Ferhat Duz, li Navenda Çanda Ciwanan ya Qoserê, konsertek hate dayîn.

Midûrê Navenda Ciwanan ya Qoserê Hasan Zamur bal kişand li ser derûniya Sûriyeyiyên ji ber şer welatên xwe terk kirine û diyar kir ku wan ji bo xweşkirina dilê wan ev çalakî organîze kirine.

Derbarê vê mijarê Midûrê Navenda Ciwanan ya Qoserê Hasan Zamur wiha got:" Em li vê derê, li Navenda Ciwanan ya Qoserê, wan ji ciwanên me, wan zarokên me ku ji Sûriyê, ji ber şer reviyan e, em wan tînin vê derê. Ji ber ku ew ji ber şer reviyan e, derûniya wan nebaş e."

Zarok û Ciwanên Sûriyî kêfxweşbûn û daxwaza zêdekirina çalakiyên bi vî rengî kirin.

Welatiyekê Sûriyê wiha axifî:"Ez ji Sûriyê hatime, ji Şamê… Em hatin Navenda Ciwanan ya Qoserê. Ew ên ji bo me showekê çê bikin, Showa Break Dans û Rapê. Em ji vî tiştî hez dikin û dixwazin her tim tiştên wiha li vir çê bibin"

Li Mêrdîna Bakurê Kurdistanê nêzî 200 hezar penaberên Sûriyî hene ku, li Nisêbîn, Mîdyad, Dêrik û Qoserê belav bûne. Lê belê piraniya wan li Qosera Mêrdîn bicih bûne û bûne wekî welatiyên Qoserê. Ji lewra Qoser her tim bi çalakiyên balkêş yên bo Sûriyan derdikev pêş.