Bîranîna Serbixwebûna Şaneşîna Urdinê li Hewlêrê birêve çû

Bîranîna Serbixwebûna Şaneşîna Urdinê li Herêma Kurdistanê bi şanazî diçe serî û kesayetên wî welatî jî bi amadebûna Kurdan bo vê yekê bilind dinerxînin.
https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/195ded87-5d11-4920-adee-6f621a7d9454/Qunsla.ism/manifest

K24 – Hewlêr

Bîranîna Serbixwebûna Şaneşîna Urdinê li Herêma Kurdistanê bi şanazî diçe serî û kesayetên wî welatî jî bi amadebûna Kurdan bo vê yekê bilind dinerxînin.

Qunsilê Urdinê li Hewlêra paytex Hysem Ebo Fol bi boneya 70î saliya serbixwebûna Urdinê û 100 Sedsaliya şoreşa mezin ya Erebî, merasîmek lidar xist û tê de Serokê Herêma Kurdistanê Masûd Barzanî digel kesayetên payebilind yên Herêma Kurdistanê beşdar bûbûn, ji aliyê xwe ve kesên Ereb ji welatên cûda, herwiha digel kesên beyanî beşdar jî beşdar bûn.

Qunslê Urdinê Amadebûna Serokê Herêma Kurdistanê û şanda pê re bilind nirxand û got: “Spasiya Serokê Herêma Kurdistanê birêz Masûd Barzanî bo beşdariya vê merasîmê dikim. Ev roj dê di dilê her welatiyek Urdinî dê were çandin.”

Ji aliyê xwe ve, Serokê Fermangeha Pêwendiyên derve yê Herêma Kurdistanê Felah Mustefa di wê mersîmê de gotarek pêşkêş kir û diyar kir, ku peywendiyên Herêma Kurdistanê bi her awayî û roj bi roj bi Urdnê re bi hêz dibe.

Beriya niha  Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî behsa mijara refarandûm û serbixwebûna Kurdistanê kirbû. Îro jî welatekî di nav welatên Ereban de Şaneşîna Urdnê bîranîna serbixwebûna  welatê xwe li Herêma Kurdistanê bi şanzî bi rêve dibe û herêma Kurdistanê  jî wek delwetekê ji xwe re dibîne.