HDP û CHPê bo rakirina parêzbendiyê serî li Dadgeha Destûrê dan

Parlamenterên HDP'ê û çend parlamenterên CHP'ê, bi armanca betalkirina yasaya rakirina parêzbendiyê serî li Dadgeha Destûrê dan.

K24 – Navenda Nûçeyan

Parlamenterên HDP'ê û çend parlamenterên CHP'ê, bi armanca betalkirina yasaya rakirina parêzbendiyê serî li Dadgeha Destûrê dan.

Endamên Komîsyona Destûrê yên HDP'ê Mîthat Sancar, Meral Daniş Beştaş û Berdevkê HDPê Ayhan Bîlgen, ser navê parlamenterên HDPê ku derbarê wan de biryarnameya dozgeriyê hene serî li Dadgeha Destûrê dan.

Komeleya Hiqûqnasên Azadîxwaz û Buroya Hiqûqê ya Sedsalê jî, di dema serlêdanê de piştgirî dan şanda HDP'ê. Parlamenterên CHP'ê Sezîn Tanrikulu û Haluk Pekşen jî, bo betalkirina yasayê îro serî li dadgehê dabûn.

Roja 20 Gulanê, li Tirkiyê dengdayîneke dîrokî bi rêve çû. Ji bo pêşniyaza ji aliyê AKPê ve hatibû amadekirina ya bo asêkirina xala 83. Ya destûra bingehîn, li parlamentoyê, dengdayîna tûra duyemîn hate lidarketin. Di encama dengdayînê de, digel 140 dengên red, bi dengê 376 parlamenteran guhertina destûrî hate pesendkirin û parêzbendiya 148 parlamenterên derbarê wan de fezleke hatibû amadekirin rabû.