Dîmistora: Heya sê heftî yên din danûstandin dest pê nake

Stîvan Dîmistora, hinartî yê Netewe yên Hevgirtî bo Suryayê, di beyannameyekê de ku roj a Pêncîembîyê belavkirîye û bi dûr zanîye heya dû sê heftî yên din, gerrek a dî ya danûstandin ên aştîyê di navber a alî yên nakok ên Suryayê de dest pê bike. Herçende li ser evê mijarê di Civat a Asayîş a Nêvdewletî de nêzîkî sê demjimêran axivtin hatîye kirin.

K24- Hewlêr

Dîmistora di beyannameyê de, xwazt a Ciavat a Asayîşê  nîşan daye bo dest pê vekirin a danûsatndinan di nêzîktirîn dem de, lê bi dûr zanî ku heya dû sê heftî yên din bihê encamdan.

Hevdem di beyannameyê de tekez li ser wê yekê hatîye kirin ku kar dihê kirin bo ragirtin a tundûtîjîyê û gehandina harîkarî yên mirovî ji bo li ser erdê baştir reng vede. Herweha hinartî yê taybet ê Netewe yên Hevgirtî,  berdewam di peywendîyê de ye li gel hemû alî yên Surayayê û endam ên girûp a nêvdewletî bo piştîvanî ya Suryayê; daku demek a guncayî bihê dîyarkirin bo dest pê vekirin a danûstandinan.

Herçende  di meha Subat a burî ragirtin a şerr û tundûtîjîyê li pişkek a dever ên Surayayê hat ragehandin bi navgîr ya Emerîkaytê û Rûsyaê, lê piştî çend heftîyan hikumet a Suryayê asteng xistin pêşî ya gehandin a karwanê harîkarî ya mirovî bo xelk ê sivîl û guh neda daxwazî yên berdewam ên Netewe yên Hevgirtî  daku harîkarî bigehe xelk ê birçî liwan bajar û dever ên hatîne dûrpêçkirin.