Îran binkeyeke mûşekan li Silêmaniyê ava dike

Îran binkeyeke mezin ya mûşekan li parêzgeha Silêmaniyê ava dike û hemû Başûrê Kurdistanê dike bin kontrola vê mûşekê.
kurdistan24.net

K24 – Navenda Nûçeyan

Îran binkeyeke mezin ya mûşekan li parêzgeha Silêmaniyê ava dike û hemû Başûrê Kurdistanê dike bin kontrola vê mûşekê.

Di raporteke “Şerq el-Ewset” çapa Hewlêrê de hatiye, ku Îranê di 7 Gulanê de dest bi avakirina mezintirîn binkeya mûşekan li Seyed Sadiq ya ser bi parêzgeha Silêmaniyê ya Başûrê Kurdistanê kiriye, bi vê yekê jî tevahiya başûrê Kurdistanê dikeve bin kontrola vê cure mûçekê. Di heman demê de jî firoke û helîkopterên Îranê jî bi awayekî pir li esmana wê navçeyê difirin.

Herwiha di wê raportê de hatiye, ku armanca sereke ya vê projeyê rêgirî li damizrandin û ragihandina dewleta Kurdî ye. Herwiha Îran hejmareke mezin ji karmend û îstixbarata xwe li parêzgeha Silêmaniyê û Helebçeyê zêde kiriye.

Herwiha ew raport amaje bi daxuyaniyên endamê Encûmena Partiya Jiyana Azadî Kurdistan (PJAK) Baran Bêrîkan dike, ku ji bêhtirî hefteyekê ve, artêşa Îranê tevgereke zor li ser sînorê xwe û çiyayê Sorên dike û gelek çek û eqemenî bo deverê veguhastiye.

Ji aliyê xwe ve jî, Berpirsê Fermangeha Pêwendiyên Derve ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Felah Mistefa derbarê binkeya mûşeka Îranê li Silêmaniyê ji K24ê re ragihand û got: “Herger zanyariyên vê raportê rast bin, ew destêwedaneke Îranî ji karûbarên navxweyî ya Iraq û Herêma Kurdistanê ye.”