Kesk: "Di Jiyan û Perwerdê de sekulerîzm, Di Kar de Ewlehî"

Konfederasyona Sendîkaya Karmendan KESKê li Paytexta Tirkiyê, Enqerê bi durişma "Di Jiyan û Perwerdê de sekulerîzm, Di Kar de Ewlehî" mitîngek li dar xistin. Gelek saziyên civakî û partiyên siyasî piştgirî da mitîngê.
https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/9b1eee1e-de54-458d-9794-83e067b971e9/LiEnqereMitingaKESKe.ism/manifest

K24 – Enqere

Konfederasyona Sendîkaya Karmendan KESKê li Paytexta Tirkiyê, Enqerê bi durişma "Di Jiyan û Perwerdê de sekulerîzm, Di Kar de Ewlehî" mitîngek li dar xistin. Gelek saziyên civakî û partiyên siyasî piştgirî da mitîngê.

Mitîng îro di denjimêr 13:00an de, li qada Kolejê dest pê kir. Di mitingê her yek ji pêkhateyên KESKê, Sendîkaya Karmendên Tenduristiyê(SES), Sendîkaya Karmendên Çapemeniyê(BES), Sendîkaya Karmendên Şaredariyê(TÛM-BEL-SEN) û Sendîkaya Kedkarên Zanist û Perwerdê(EGITIM-SEN), bi şaxên xwe yên ji gelek bajarên derdorê beşdar bûn.

Rêvebirê EĞİTİM-SENê Gulhan Şimşek derbarê çalakiyê de ji K24ê axivî û got: "Daxwaza me ya sereke ew e ku, di perwerde û jiyanê de sekûlerîzm were parastin. Hikûmet di her qadên jiyanê de zext û fişarê li ser me dikin. Em dixwazin dawî li wan kiryarên hikûmetê were ku jiyana me asteng dike û welêt ber bi rewşeke nebaş dibe. Ji lewra em li vê derê dengê xwe bilind dikin."

Ji bilî sendîqayan, gelek saziyên civakî, tevgerên xwendekaran, aktivîstên mafên mirovan û parlamenterên CHPê û HDPê jî piştgirî dan mitîngê. Parlamenterê CHPê yê Enqerê Nihat Yeşil bal kişand li ser polîtîkayên hikûmet û dewletê yên li hemberî bawerî û fikrên cûda û diyar kir ku hikûmet bi zanebûn pergala perwerdê xera dike ku nifşên nû li ser asasekî zanistî negihêjin.

Yeşil got jî: "Heger yek bi xwaze pêşeroja welatekî tune bike, têk bibe, pêwîst dike ku pêşî pergala wî welatî ya perwerdê xera bike. Hikûmeta AKPê jî vê yekê dike. Îro KESKê jî li hemberî vê polîtîkayê ev mitîng li dar xist û ez jî ne bi tenê wekî siyasetmedarekî, wekî parlamenterekî, herwiha wekî ronakbîrekî pişgiriyê didim vê bangfa KESKê."

Di mitingê de amaje bi wê yekê hate kirin ku hikûmet di kiryarên xwe de ji bilî xerakirina pergala perwerdiyê, jiyana demokratîk û azadîxwaz ji holê radike, ewlehiya kar têk dibe û di polîtîkayên xwe de dijminahiya kedê dike.

Herwiha aktivîst Deniz Akdeniz got: "Li çar aliyên anatolyayê têkoşînek heye ku her diçe xurt dibe. Em dibînin li fransayê jî têkoşîneke kedkadaran heye. Yanî li her parçeyekî cîhanî têkoşîna kedkaran xurt dibe, pêwîst dike ku em jî têkoşîna xwe xurt bikin. Ji lewra em li vê qadê ne."

Di mitînga ku bi hezaran kes tê de beşdar bûn, tevdîrên ewlehiyê jî gelekî zêde bûn. Piştî axaftinên li mitîngê, koma muzîkê Kîbele konsertek da û beşdaran li ber stanên Kurdî û Tirkiyê yên govend gerandin.