Pêşmegeyan 6 gund ji destê DAIŞê rizgar kirin

Hêza Pêşmergeyên Kurdistanê li Eniya Xazir êrîşek berferh li ser DAIŞê kirin, di encamê de 6 gund û navçe yên girîng ji destê DAIŞê azad kirin.
https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/5de98d7e-f11b-4ba7-b629-6da46aad48e9/SherimroPeshmarga.ism/manifest

K24 – Hewlêr

Hêza Pêşmergeyên Kurdistanê li Eniya Xazir êrîşek berferh li ser DAIŞê kirin, di encamê de 6 gund û navçe yên girîng ji destê DAIŞê azad kirin.

Fermandarê Fermandeya hêza Zêrevanî Lîwa Ezîz Weysî ji K24ê re ragihand, ku bi serpereştiya Serokê Herêma Kurdistanê Masûd Barzanî, operesyoneke berferh bo dûrxistina metirsiya çekdarên DAIŞê ji bajarokê Xebat dest pê kir, çunkû çar e DAIŞê ew navçe bi rokêt û mûşekan armanc kiriye.

Îro danê sibê, bi ferman û Serpereştiya Serokê Herêma Kurdistanê Masûd Barzanî hêza Pêşmerge li Eniya Xazir êrîşeke berferh li dijî çekdarên DAIŞê dest pê kir, biryar e jî ku ew operesyon berdewam bibe, ji ber ku têkşikandina DAIŞê li wê eniyê metirsiya DAIŞê ji Hewlêrê dûr dixe.

Herwiha di wê operesyonê de, hêza Pêşmerge gundê Muftî, Tulebend, Zara, Xatûn û çend navçeyên din yên girîng ji destê DAIŞê azad kirin.

Di heman demê de, daxuyaniyeke Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê aşkere dike, ku ew operesyonê dê fişareke zêde bixe ser tevgera DAIŞê li navçeyên derûberê Mûsilê, herwiha ew amadekariyek e bo êrîşkirina ser wê bajarî jî.  

Her çend e, DAIŞ dixwaze bi riya otombêlê bombebarkirî êrîşî hêza Pêşmerge bike, lê ew hemû otombêlên bombebarkirî ji aliyê hêza Pêşmerge û firokeyên Hevpeymaniya Navdewletî ve têne teqandin.

Li gor daxuyaniya Encûmena Asayişa Herêma Kurdisatanê, dora 5 hezar û 500 Pêşmerge di wê operesyonê de beşdar in. Herwiha bi kontrolkirina wê navçeyê, DAIŞê rastî şikestineke mezin dibe û rê li her pêşketineke wê dibe.