Îran sikalayê li dijî Emerîkayê tomar dike
K24- Hewlêr
Sikirtêr ê Civt a Bala ya Asayîş a Millî ya Îranê, ragehand: Bêguman Îran hemû rêyan digere pêşîya daku wan pere yên bilok kirî li Emerîkayê vegerîne û sikalayê li dijî wî welatî dê tomar bike.
Elî Şemxanî, bi ajans a nûçe ya Faris Nîyûz ragehand: Emerîakyê dû milyar Dolar ji pere yên Îranê bi talan birîye û ew mijar di Civat a Bala Ya Asayîş a Millî ya Îrannî gêngeşe li ser hatîye kirin.
Piştî rêkkevtin a navokî ya Îranê û hilgirtin a pişkek ji dorpêç a abûrî ya ser Îran ji alî yê Emerîkayê ve. Ev welat pişkek ji pere yên dest serdagritî yên Îranê li bank ên Emerîkayê bo qerebokirin a qurbanî yên bûyer a 11yê Sîptemberê dan ku Emerîka dibêje Îranê dest têde hebûye.
Pişkek jiwan pereyan bo kesûkar ên qurbanî yên teqîn ên 11yê Sîptemberê ya avahî ya Pintagon û herdû tawer ên senter a bazrganî ya cîhanî ya Nîyûyorkê dihê xerckirin.