Li Tirkiyê li ser qaçaxçiya penaberan panelek

Di panalê de li ser çareseriyê jî hat rawestîn. Li gorî wan kesên beşdarî panêlê bûne divê yaseyên navneteweyî bihêztir bibin.
https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/49b840e5-852f-4173-89fa-792aa2791bb3/Qachaxiyapenaberan.ism/manifest

K24-Enqerê

Li Enqerê paytexta Tikiyê li dam û dezgeha USAKê derbarê penaberên Sûriyê de panelek hat lidarxistin. Di panelê li ser babetên bazirganiya qaçaxçiya penaberan, rê û rebazên wê, kar û têkoşin û stratejiya li dijî rêxistinên ku karê qaçaxçiyê dikin, hatin nîqaşkirin.

Bi beşdarbûna akademîsyenan di panela ku li USAKê pêk hat de babeta penaberan bi awayek hûrgulî hate nîqaşkirin.

Li Tirkiyê berî qeyrana Sûrî, qeyrana penaberên Efganîstan, Iraq û Îranê hebû. Piştî şerê Sûriyê, li Tirkiyê li gorî hejmarên fermî 2 mîlyon  û 749 hezar penaberên Sûrî hene. Lê ew penaber naxwazin li Tirkiyê bimînin. Ji ber ku nikarin bi riyên yaseyî biçin Ewropayê, serîlêdanên riyên deryaseyî dikin. Ev jî rê li bazara qaçaxiya mirovan vedike û her diçe ev bazar mezin dibe.

Derbarê vê babetê de, Dr. Oguzhan Omer Demîr- Serokê Navenda Lêkolînê ya Stratejiya Koçberiyê û Plîtîkayên Global wiha ji K24ê re wiha got:"Çiqas bazirganiya qaçaxiya mirovan ya deryaseyî hebe, bazara pereyên mezin jî ewqas zêde dibe. Qaçaxiya mirovan karekî navneteweyî yê. Li Tirkiyê jî ev kar her diçe mezintir dibe û li Tirkiyê, dahata vî karî di salekê de 3 milyon dolar e."

Qaçaxçî, ji bo vî karî 3 rêyan bikartînin. Riya yekemîn ji aliyê rojava di ser Deryaya Spî re çûna Fasê ve Îspanyayê; ya duyemîn dîsa di ser Deryaya Spî re di Tunus û Lîbyayê re çûyîna bo Îtalya an Malta yê. Riya sêyem jî di ser rojhilatê Deryaya Spî re, ji Tirkiyê çûyîna Yewnanîstan e. Bikaranîna wan riyên yekem û dûyem niha kêm bûne. Ji ber ku welatên li ser wan riyan ligel hev dest bi hevkariyê kirine.

Cigîrê Doç. Ayşem Biriz KaraçaySiyasetnas Akamîsyena Zanîngeha Bazirganiyê ya Stenbolê wiha axifî:"Qaçaxçiyên mirov û penaberan di sala 2015an de riya xwe guherandin. Ji ber vê yekê qaçaxçî rojhilatê Derya Spi bi kar tînin ku ew jî di ser Tirkiyê re derbasî Yewnanîstanê dibin. Li Tirkiyê li Stenbol, Îzmîr, Aksaray û Agiriyê, networkên qaçaxçiyan hene. Penaber, li wan bajaran bi rehetî, dikarin wan qaçaxçiyan peyda dikin."

Di panalê de li ser çareseriyê jî hat rawestîn. Li gorî wan kesên beşdarî panêlê bûne divê yaseyên navneteweyî bihêztir bibin. Di vê çarçoveyê de Tirkiyê û YEyê ji bo bergireyan di 15ê Cotmeha sala 2015an de Çalakiya Plansaziyê ya Hevkar îmze kiribûn. Herwiha wek berdewama vê hevkariyê her du aliyan di sala 2016an de Peymana Şûndavegerandinê ligel hev girêdan. Lê niha ev peyman ji ber rûdanên siyasî di xeterê de û dahatûya wê jî ne diyar e.