Piştî serdanê HDPê çaverêya encamên Dadgeha Destûra Bilind dike

Tê çaverekirin ku serlêdanên bo Dadgeha Bilind hatine kirin di nava 2 hefteyan de encam bide.
https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/c37266e8-2216-4532-8f28-61957d393a37/parezbendiciqas.ism/manifest

K24-Enqere

Partiya Demokratîk a Gelan piştî guhertina destûrî ya li ser rakirina parêzbendiyan serî li dadgeha bilind da û ji bo komkirina îmzeyan jî piştgiriya CHPê hêvî dikir. Lê CHPê piştgirî neda û bi tenê 3 parlamenterên wê serlêdanên şexsî bo dadgeha bilind kirin. Tê çaverêkirin ku Dadgeha Destûra Bilind di nava 2 hefteyan de encamê ragihîne.

Di 20ê Gulanê de li parlamentoyê pêşniyaza ku rakirina parêzbendiyan dihewîne bi 376 dengan hate pejirandin. Piştî biryarê parlamenterên HDPê dan zanîn ku ew ji guhertinê nerazî ne û dê di qada dadwerî de li mafên xwe bigerin. HDPyiyan di rojên borî de ji bona betalkirina yaseyê serî li dadgeha bilind dan.

Derbarê vê babetê Huquqnas Murat Yilmaz wiha ji K24ê re got:"Rakirina parêzbendiyan di destûrê de bi guhertineke demkî hate pêkanîn. Jixwe ev yek li dijî destûra Tirkiyê ye û cara yekem jî şêwazek wiha tê ceribandin. Lê wisa diyar e ku Dadgeha Bilind li dijî guherînê dernakeve, yanî yaseyên Tirkiyê bi destê dadgêran tê binpêkirin. Eger dadgeh bêalî bûna wê serlêdanên HDPyiyan têra betalbûna yaseyê bikira."

Li aliyê din HDPê bangî CHPê kiribû ku ew bibin piştevanên HDPê da ku bi 110 îmzeyan bi awayekî komî serî li dadgeha bilind bidin. Lê belê CHPê ragihand ku ew bi tu awayî di nava vî karî de cih nagirin. 3 parlamenterên CHPê jî wek şexsî serî li dadgehê dan ku sererastkirina destûrî betal bibe. Yek ji wan parlamenteran Ali Haydar Hakverdî, dibêje wî ne ji ber HDPê ji ber baweriya xwe ya hiqûqê ew serlêdan kiriye.

Derbarê vê yekê Parlamenterê CHPê Parêzêr Alî Haydar Hakverdî wiha ji K24ê re wiha axifî:"Wezîrê Dadê dibêje bila tu kes, tu hêviyê ji van serlêdanan neke, yanî mixabin hiqûqa Tirkiyê ketiye vî halî. Ez bixwe jî hûqûqnasekim baweriya min bi hiqûqê heye û hêvî dikim encam bide. Eger min ji ber HDPê ev yek bikira, min ê di nava HDPê de siyaset bikira. Babet neyaseyî ye û ez jî li dijî vî tiştî me."

Tê çaverekirin ku serlêdanên bo Dadgeha Bilind hatine kirin di nava 2 hefteyan de encam bide. Lê belê tê texmînkirin ku, ji Dadgeha Bilind bersivek neyînî derkeve. Li aliyê din ligel ku 11 roj derbas bûne jî guhertina destûrî hêj ji aliyê Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan ve nehatiye pesendkirin.