Li Silêmaniyê salvegera damezrandina YNKê birêve çû

Li bajarê Silêmaniyê, ahenga salvegera 41emîn damezrandina Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) birêve çû, tê da Sekreterê Giştî yê YNKê Celal Talebanî û Rêkxerê Tevgera Goranê Neşêrwan Mistefa û hejmareke din ji berpirsên YNK û Goranê beşdar bûn.
https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/d4450ff0-6232-40dd-8071-483f806d4ce9/pukk.ism/manifest

K24 – Silêmanî

Li bajarê Silêmaniyê, ahenga salvegera 41emîn damezrandina Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) birêve çû, tê da Sekreterê Giştî yê YNKê Celal Talebanî û Rêkxerê Tevgera Goranê Neşêrwan Mistefa û hejmareke din ji berpirsên YNK û Goranê beşdar bûn.

Li parka “Hewarê Şar” ya bajarê Silêmaniyê ahenga salvegera 41emîn damezrandina YNKê birêve çû. Tê de endamê Pîlotbîroya YNKê Letîf Omer gotarek pêşkêş kir û got: “Em berdewam di hewla dîtina riyên guncaw dikin, bo Herêma Kurdistanê ji krîzê derbas bibe, yekgirtina me ligel Tevgera Goranê jî bo yekê bûye, ku pirsgirêkên siyasî yên aliyên Herêma Kurdistanê bi aştiyê û pêkvejiyanê biguhêrin.”

Omer ragihand jî, rêkeftina YNK û Tevgera Goranê li ser heman perensîpên berê hatiye kirin, herwiha berdewam jî dibin di rêkxistina navmala Kurdî re.