Li Diyarbekirê demjimêr 4'ê êvarê mîtîng tê lidarxistin

Di yekemîn salvegera komkujiya Diyarbekirê de mîtîng tê lidarxistin. Lê parêzgariya Diyarbekirê destûr nedaye.

K24 – Navenda Nûçeyan

Di yekemîn salvegera komkujiya Diyarbekirê de mîtîng  tê lidarxistin. Lê parêzgariya Diyarbekirê destûr nedaye.

Li Diyarbekirê Mîtînga îro bi diruşma "Berxwedana Demokratîk ya Dijî Derbeyê" li Qada Stasyonê tê lidarxistin.

Li ser rakirina parêzbendiya parlamenterên HDP'ê, bi pêşengiya HDP û KCD'ê, ji 15 Gulanê ve dest bi mîtîngên dijî derbeyê hatibû kirin. Hat ragehandin, rêze mîtîngên 20 rojan, îro bi yên Diyarbekir û Stenbolê bi dawî dibin.

Lê parêzgarên Îzmîr, Edene û Diyarbekirê destûra mîtîngan nedabû. Duh nehate hîştin, ku Hevserkê HDPê Selahedîn Demîrtaş li Edeneyê mîtîng lidar bixe.

Hatiye plankirin ku îro, li qada Stasyonê demjimêr 4'ê êvarê mîtîng bê darxistin. Lê ji ber qedexekirina mîtîngê, tê payîn ku alozî derkevin.