PDK-Î û Komele tekezî li ser bergîriyê hevbeş li Rojhilat dikin

Partiya Demokrata Kurdistana Îran (PDK-Î) û Komela Şoreşgerî Zehmetkêşanî Îran, li ser geşepêdana pirsa bergîriyê li Rojhilata Kurdistanê li hev dikin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Partiya Demokrata Kurdistana Îran (PDK-Î) û Komela Şoreşgerî Zehmetkêşanî Îran, li ser geşepêdana pirsa bergîriyê li Rojhilata Kurdistanê li hev dikin.

Di navbera PDK-Î û Komela Şoreşgerî Zehmetkêşanî Îran rêkeftineke stratîjîk ya berê heye, piştî civîna dawî ya di navbera wan de behsa wê rêkeftinê kirin, ku bi hev re kar bo bilindkirina gotar û hewla bergîriyê li Rojhilata Kurdistanê bikin.

Ew herdu partiyên Rojhilata Kurdistanê, di sala 2012an de rêkeftineke stratîjîk bi hev re îmze kiribûn, heta niha jî ew rêkeftin di navbera wan de nerdewam e.

Ji aliyê xwe jî, Endamê Pîlotbîroya Komela Şoreşgerî Zehmetkêşanî Îran Enwer Mihemed ji K24ê re tekezî li ser wê rêkeftinê kir û got ku, ew hewl didin partiyên din jî tevlî vê êkeftinê bibin, da ku karên û xebata hevbeş zêde bikin.