Merkel: Rexneyên Erdogan yên bo “Jenosîda Ermeniyan” bê bingeh in

Şewirmenda Almanyayê dibêje, nerazîbûnên Tirkiyê li hemberî biryara Parlementoya Almanyayê ya derbarê jenosîda Ermeniyan de, bê bingeh in.

K24 – Navenda Nûçeyan

Şewirmenda Almanyayê dibêje, nerazîbûnên Tirkiyê li hemberî biryara Parlementoya Almanyayê ya derbarê jenosîda Ermeniyan de, bê bingeh in.

Şewirmenda Almanyayê Angela Merkel îro di civîneka çapemeniyê de bersivê nerazîbûnên li hemberî biryara parlementoya Almanyayê ya derbarê jenosîda Ermeniyan de da û diyar kir, ku hemû parlementerên Almanyayê bi şêweyek azad hatine hilbijartin û daxuyanî û sûcdarkirinên ji aliyê Tirkiyeyê ve tên ragihandin, bêbingeh û dervayî aqilî ne.

Di 2ê Hezîranê de Parlementoya Almanyayê Komkûjiya Ermeniyan wekî jenosîd naskiribû. Li ser vê yekê Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan rexneyên tund li Almanyayê girtibû.

Di sala 1915an dedewleta Osmanî pêşî parlamenterên Ermen ji parlamentoyê dûrxistibûn û paşê bihinceta ku, ew li hemberî dewleta Osmanî gefek in biryara singûnîkirina gelê Ermenî dabû. Bi wê biryarê bi milyonan Ermen hatin koçberkirin û nêzî Milyon û 500 hezar Ermen jî jiyana xwe ji dest dan.

Heta niha nêzî 30 dewletan ev kiryara dewleta Osmanî wekî Jenosîd nas kiriye. Herî dawî Parlamentoya Ewropayê di Nîsana 2015an de bûyer wekî "Jenosîdê" qebûl kir bû.