Welateyekî di 21 salan de maketa navçeya Sûrê çê kir

Welatiyekî Diyarbekirî bi navê Fesîh Gundogar bi xebateke 21 salan maketa navçeya Sûrê çêkir. Gundogar, dibêje di pêvajoya avakirina maketa Sûra qedîm de wî mizgeft, dêr, kerwansaray û avahiyên dîrokî weke eslê wan bêkêmasî çêkir. Lêbelê di şer û aloziyan de hin gule li maketa wî jî ketine ev yek mîmarê maketê xemgîn dike.
https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/1dad67bc-522f-492b-8570-59d53791b435/surrrrrrr.ism/manifest

K24 – Diyarbekir

Welatiyekî Diyarbekirî bi navê Fesîh Gundogar bi xebateke 21 salan maketa navçeya Sûrê çêkir. Gundogar, dibêje di pêvajoya avakirina maketa Sûra qedîm de wî mizgeft, dêr, kerwansaray û avahiyên dîrokî weke eslê wan bêkêmasî çêkir. Lêbelê di şer û aloziyan de hin gule li maketa wî jî ketine ev yek mîmarê maketê xemgîn dike.

Ev maketa navçeya Sûr ya Diyarbekirê ye. Berhema keda 21 salan e. Mizgeftên dîrokî, dêrên kevnar, karwanserayên kevnare, kolanên teng û hêj gelek hûrgiliyên din yek û yek hatine çêkirin. Mîmarê vê maketê Fesîh Gundogar e. Karê wî yê rast temîrkariya tirimbêlan e. Weke hobî bi tebeşîran dest bi avakirina maketên xaniyan kiriye û di nava wext de bi piştgiriya Şaredariya Bazarê mezin gihaye vê astê.

Mîmarê maketa Sûrê, Fesîh Gundogar, bi salan di nava kûçeyên teng yên Sûrê de mal bi mal geriyaye û bi projeyên hemû berhemên Sûrê bi pênûs û kaxezê xêz kiriye. Dûv re wêneyekê Sûrê yê ji beriya 80 salan peyda kiriye û biryar daye ku maketa Sûrê ava bike. Piştî xêzkirinê, ewil birc û kelha Diyarbekirê ava kiriye. Kevirên bazalt yên Sûr û Rihayê û kevirê spî yê Licê bi kar aniye. Hoste Gundogar dibêje, ji ber şer û aloziyan berhema wî jî weke Sûrê zirar dîtiye û gelek avahiyên di maketa wî de ne niha ne li cihê xwe ne.

Ev maket li parkeke li ber Deriyê Mêrdînê yê kelha Diyarbekirê di nava camekanekê de tê pêşraxkirin.  Berê, tenê geştyar dihatin serdana maketê wî dikirin û ev jî weke derfeteke abûrî dihate bi kar anîn. Lêbelê niha bi sedan niştecihên Sûrê tên û li pişt caman li wêneyên xaniyên xwe dinêrin. Gundogar dibêje, zirar bigihe maketê ew dikare dîsa ava bike lêbelê dema ku zirar giha Sûrê avakirina wê zehmet e û ev jî jê re dibe xemeke giran.