Fîlmekî Almanî Başûr û Rojavayê Kurdistanê bi hev ve girê dide
K24 – Hewlêr
Her çiqas Başûr û Rojavayê Kurdistanê ligor sînorekî siyasî hatine cudakirin, lê derhênerekî Almanî bi rêya fîlmekî ew herdu perçeyên Kurdistanê bi hev dixe.
Ew fîlm bi hevkariya hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê û hejmareke ekterên Almanî û Kurd li Başûr û Rojavayê Kurdistanê tê berhemdan. Çîvanoka wî fîlmî jî behsa hezkirin û pêzanîna xelkê biyanî li hember gelê Kurd û hêzên Pêşmerge yên di şerê li dijî DAIŞê de dike.
Çêroka wî fîlmî behsa pizîşkeke Almanî dike, ku bi navê Martîna û li kampeke penaberên Kurdên Êzdî li Başûrê Kurdistanê kar dike. Martîna dixwaze bi riyeke qaçax çekekî dije tank ji Başûrê Kurdistanê bigihîne destê hêzên Kurdî yên Rojavayê Kurdistanê bo şerê li dijî DAIŞê, lê ji aliyê çekdarên DAIŞê ve tê girtin.
Derhênerê fîlmê Peter Ot ji K24ê re axivî û got: “Em tîmekî Almanî û Kurdî pêkve li stodoyên Koln û niha li Kurdistanê kar dikin. karekî ne hêsan e, ji ber ku pirsgirêkên ziman heye, lê ji ber ku yek armanc û mebesta me heye di çêroka fîlmê de, ziman ne ew pirsgirêka mezin e.”
Yek ji ekterên Almanî dibêje: “Gava bi min re gotin ku li Iraqê fîlm dê were kişandin, ez gelekî tirsiyam, lê niha dibînim ku Başûrê Kurdistanê çendî ewlehî heye, pir kêfxweş im, ku min ew pêşniyar red nekir.”
Film zêdetirî ji 2 milyon dolar tê çûye û biryar e di dawiya îsal de li sînemayên Almanyayî were pêşkêşkirin.