Bayik: Erdogan Tirkiyê ber bi hilweşandinê dibe

Hevserokê Konseya Koma Civaka Kurdistanê (KCK) dibêje, Kurd tenê dixwazin bi zimanê xwe li ser axa xwe bi awayek azad bijîn. Erdogan jî Tirkiyê ber bi hilweşandinê ve dibe.

K24 – Navenda Nûçeyan

Hevserokê Konseya Koma Civaka Kurdistanê (KCK) dibêje, Kurd tenê dixwazin bi zimanê xwe li ser axa xwe bi awayek azad bijîn. Erdogan jî Tirkiyê ber bi hilweşandinê ve dibe.

Hevserokê Konseya KCKê Cemîl Bayik, di nivîsa xwe ya rojnameya Azadiya Welat de destnîşan kir, Kurd tenê dixwazin bi zimanê xwe li ser axa xwe bi awayek azad bijîn, lê desthilatiya Tirkiyê wek hêzên dagirkir, ji nû ve Kurdistanê dagir dike û alayên xwe liser bajarên wêrankirî bilind dike.

Bayik diyar kir ku, Erdogan wek Enwer Paşa dixwaze bibe rehberê cîhana Tirkan û bi helwest nijadperestî û mezhebperestî Tirkiyê, ber bi hilweşandinê ve dibe.

Bayik got jî, yên ku dixwazin serkeftina hevalbendiya Tirk û Kurdan bibînin, bila dîrokê binêrin û divê îro jî heman helwest bên nîşandayîn.