Mesrûr Barzan: Pêwîst e Pêşmerge pirçek bibe

Li duyemîn salvegera dagîrkirina bajarê Mûsilê ji aliyê DAIŞê ve, Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê jî radigihîne, bo serkeftina Pêşmerge bi ser DAIŞê de, divê Pêşmerge were pirçekirin.

K24 – Hewlêr

Li duyemîn salvegera dagîrkirina bajarê Mûsilê ji aliyê DAIŞê ve, Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê radigihîne, bo serkeftina Pêşmerge bi ser DAIŞê de, divê Pêşmerge were pirçekirin.

Di 9 Hizêrana 2014an de, çekdarên DAIŞê ji Sûriyê di bin diruşma şerê têkşikandina sînorê Sykes – Picotê derbasî Iraqê bûn, di roja din de karîn Mûsilê dagîr bikin û berve navçeyên din yên Suniyan biçin û dagîr bikin.

Derbarê derketin û belavbûna DAIŞê, Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li ser rûpela xwe ya Twitterê bi zimanê Îngilîzî nivîsî: “DAIŞ grûpek bû li Iraqê serî hilda, li Sûriyê geş bû û piştre gihêşte Rojhilata Navîn û bakurê Afrîqyayê, bi wî jî bûne gefek li ser hemû cîhanê.”  

Derbarê hêza Pêşmerge û pêwistiyên Pêşmerge bo rûbirûbûna metirsiya DAIŞê û jinavbirina wê metirsiyê ji navçê û cîhanê, Barzanî di twîtteke din de nivîsiye: “Pêşmergeyên me li asta bergîriyê li çeperên şer bi çek e, lê li asta serkeftina yekcar bi ser dijmin de, pêwîstiya wê bi çekî zêdetir heye.”