Li turkîyayê 117 dosê yên perlemantaran bo dadgehê şandine

K24- Hewlêr
Piştî ku yasa ya parêzbendî ya perlemantar ên Turkîyayê bi wajû ya serok komar, Receb Teyîb Erdogan bi fermî kevte di barê bicihkirinê de, wezaret a dad 117 dosê bo daxwazkar ê giştî şandîne.
Bekir Bozdax, li dem a pişikdarîyê di pirogram a kenal a TRT de ragehand: Bi belavbûn a yasa ya parêzbendîyê di rojname yên fermî de, asteng a pêş vepirsînê ji 799 dosê yên 152 perlemataran dihê rakirin.
Li gor axivtin ên wezîr ê Dad a Turkîyayê, dosê ya perlemantaran bi rê ya serokatî ya hikumetê ji serkatî ya perlemanê digehe wan û ew jî bi merem a lêpirsînê bo daxwazkar giştî dişînin.
Piranî ya dosê ya perlemantaran li beranber perlemantar ên HDPyê hatine vekirin, ku li gor wê yasayê 50 perlemantar ên HDPyê bi eger a 450 dosêyan lêpirsîn li gel wan dihî kirin.