Ji bo aştiyê 42 hezar îmze dane Parlementoya Tirkiyê

Bloka Aştiyê ya Kadikoya Stenbol û Enqerê ji bo şerê li Bakurê Kurdistanê bê rawestandin, kampanyeya îmzeyan dabû despêkirin. Di ecama kampanyayê de 42 hezar îmze hatin berhevkirin û blokê ev îmze pêşkêşî Parlamentoya Tirkiyê kirin. Di heman demê endamên Bloka Aştiyê li Enqerê jî çalakiyek jî li dar xistin.
kurdistan24.net

 

K24 – Engere

Bloka Aştiyê ya Kadikoya Stenbol û Enqerê ji bo şerê li Bakurê Kurdistanê bê rawestandin, kampanyeya îmzeyan dabû despêkirin. Di ecama kampanyayê de 42 hezar îmze hatin berhevkirin û blokê ev îmze pêşkêşî Parlamentoya Tirkiyê kirin. Di heman demê endamên Bloka Aştiyê li Enqerê jî çalakiyek jî li dar xistin.

Bloka Aştîyê ya Kadikoyê, ji bo mirin û şer bi dawî bibe, li hemberî Operaya Sureyayê ya li Stenbolê 300 rojan li ser hev di navbera demjimêrên 19:00 - 21:00an de nobet girtibûn, di encama vê nobetgirtinê de 42 hezar îmze kom kiribûn. Blokê ev îmze pêşî dane Serokê parlamentoya Tirkiyê Îsmaîl Kahraman bi şûnde jî serdana HDP û CHPê kirin û ev îmze radestî her du partiyan jî kirin.

Endamê Bloka Aştîyê ya Kadikoyê Mûslûm Çelîk di çalakiyê de axivî û got: "Em îro li vê derê ne. Ji ber ku em îro jî bi inyad dibêjin aştî. Em, îro jî bi inyad ji dikdatoriyê re dibêjin; Na. Ji ber ku dîkdator şer dixwaze. Ji ber ku di koka dîkdatoriyê zext, kîn, dijminatî, xwîn, mirin û qedexe heye."

Blokê piştî serdana parlamentoyê di çalakiya ku lidarxis de amanca xwe diyar kir û balkişandeser şer û rewşa li Bakûrê Kurdistanê û teqînên ku heta niha li bajarên Tirkiyê pêk hatine. Xwepêşandêran navê wan kesên ku di encama şer û pevçûnan de jiyana xwe ji dest dane jî li ser kaxizan nîvîsandin û nîşanî çapemeniyê dan.

Sekreterê Bloka Aştîyê ya Enqerê Sedat Yagcioglu ji got: "Amanca me xelasbûna şer e. Li Kurdistanê şer hê jî berdewan dike. Bajarên Kurdistanê tên şewitandin û hilweşandin. Sedan kes hatin  kuştin.  Her meh li bajarên cûdayên Tirkiyê yek, du teqîn pêk tên. Roja ku şer dest pê kir, me wekî Blokên Aştî diyar kir ku em şer naxwazin û em fêrî şer nabin. Em ê têkoşîna xwe berdewam bikin."

Lîstikvan Gonca Gûmûşayak di çalakiyê de performanseke şanoyê ku naveroka wê ji helbesteke Nazim Hikmet ya bi navê Keçika Zarok wergirtiye pêşkêşî xwepêşandêran kir. Lîstikvanê di vê performansa xwe de ji çavê wê "Keçika Zarok" pênaseyaşer û ya mirinê kir. Herwiha piştî xwendina helbestê lîstikvanê ragihand ku ew vê lîstikê ji bo wan zerokên ku di encama teqînan de jiyana xwe ji dest dane lîstiye.