Kes nikare nûçeya birîndarbûna Bexdadî piştrast bike

Berpirsên Amerîkî, Iraqî û Kurdî nikarin nûçeya birîndarbûna Ebûbekir Bexdadî piştrast bikin, ku tê gotin di êrîşeke Hevpeymaniya Navdewletî de birîndar bûye.

K24 – Navenda Nûçeyan

Berpirsên Amerîkî, Iraqî û Kurdî nikarin nûçeya birîndarbûna Ebûbekir Bexdadî piştrast bikin, ku tê gotin di êrîşeke Hevpeymaniya Navdewletî de birîndar bûye.

Ajansa “Rueters” li ser zarê Berdevkê Hevpeymaniya Navdewletî li dijî DAIŞê Chis Garver ragihand, ku ew nikarin heta niha nûçeya birîndarbûna Xelîfeya DAIŞê Ebûbekir Bexdadî piştrast bikin.

Kanaleke Iraqî jî, li ser zarê çavkaniyekî navxweyî nûçeya birîndarbûna Bexdadî û berpirsên din yê DAIŞê di êrîşeke Hevpeymaniya Navdewletî de li parêzgeha Nînewa li nêzîkî sînorê Sûriyê, piştrast bikira.

Herwiha berpirsên Kurd û Iraqê jî, nikarin nûçeya birîndarbûna Bexdadî piştrast bikin.

Berê, çendîn car e, nûçeya kuştin yan birîndarbûna Ebûbekir Bexdadî ku navê wî yê rasteqîne Îbrahîm el-Semirayî ye, belav bûbû.  

DAIŞ li Iraq û Sûriyê di bin fişareke zor de ye, ku gelek navçeyên di bin destên wê de jidest daye, herwiha berpirsên wê bo cûnûhatinê rastî pirsgirêkan dibe ku nikarin xwe veşêrin.