Dosyeyên parlementeran ji dozgeriyan re hate şandin

Dosyeyên parezbendiya parlementeran ji dozgeriyan re hate şandin. Wezîrê Dadê yê Tirkiyeyê Bekir Bozdag di televîzyoneka taybet de ragihand, ku wan 117 dosyeyên parêzbendiyê ku hatiye ber destê wan, duh ji dozgeriyan re şandine.

K24 – Navenda Nûçeyan

Dosyeyên parezbendiya parlementeran ji dozgeriyan re hate şandin.

Wezîrê Dadê yê Tirkiyeyê Bekir Bozdag di televîzyoneka taybet de ragihand, ku wan 117 dosyeyên parêzbendiyê ku hatiye ber destê wan, duh ji dozgeriyan re şandine.

Bozdag got Serokatiya parlementoyê dê dosyeyên di destê xwe de ji Serokwezîrtî ye re bişîne. Piştî Serokwezîrtî, dê dosye were ber destê wan û ew ê jî dê ji Dozgeriyên Komarê re bişînin.

2 roj berê Serokomarê Tirkiyê yasaya rakirina parêzbendiyan pesend kiribû.