YNK û PDKê guftûgoyê li ser referandûm û çend pirsên din dikin

Endamekî Pîlotbîroya Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) dibêje, ku sibe herdu Pîlotbîroyên YNK û Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) li Hewlêra Paytexy dicivin.

K24 – Hewlêr

Endamekî Pîlotbîroya Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) dibêje, ku sibe herdu Pîlotbîroyên YNK û Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) li Hewlêra Paytexy dicivin.

Endamê Pîlotbîroya YNK Rizgar Elî ji K24ê re ragihand, ku sibe herdu Pîlotbîroyên YNK û PDKê li Hewlêrê dicivin, biryar e jî rewşa siyasî ya Herêma Kurdistanê û çareserkirina pirsgirêkên werin guftûgokirin. Li gor zanyariyên K24ê jî di wê civînê de şanda YNKê daxiyaniyekê derbarê rêkeftina YNK û Tevgera Goranê didin PDKê.

Jêderekî payebilind ya PDKê jî ji K24ê re got: “Di civîna sibe de, çend tewer têne guftûgokirin, wek pêwendiyên di navbera herdu partiyan de, avakirina şandeke danûstandkar bo Bexdayê, herwiha pirsa encamdana referandûmê û rêkeftina di navbera YNK û Tevgera Goranê.”

Berî demekê, endamê Pîlotbîroya YNKê Seidî Pîre ji K24ê ragihandibû, ku civîna bi PDKê re, dê bo guftûgokirina li ser encamdana referendum û çareserkirina pirsên darayê û pêdeçûnek bi pêwendiyên di navbera Hewlêr û Bexdayê be.

Endamê şanda YNKê, ji Kusert Resûl Elî, Mela Bextiyar, Rizgar Elî, Ednan Muftî, Qair Hemecan, Umer Fetah pêk tên, lê ta niha endamên şanda PDKê ne diyar in.