Bayik: Divê di navbera Efrîn û Kobanê de valahî nemîne
K24 – Navenda Nûçeyan
Hevserokê Konseya Rêvebirina KCKê dibêje, divê Efrîn û Şehba jî di nav Federasyona Rojava û Bakurê Sûriyê cih bigirin û di navbera Efrîn û Kobanê de valahî nemîne.
Hevserokê Konseya Rêvebirina KCKê Cemîl Bayik beşdarî bernameya Televîzyona Ronahî bû û got, şerê li Rojhilata Navîn dê bandora xwe li hemû cîhanê bike û girêka wê jî li Rojavayê Kurdistanê dê vebe.
Bayik bal kişand ser projeya Federasyona Demokratîk ya Rojava û Bakurê Sûriyê û got, divê Efrîn û Şehba jî tevlî vê federasyonê bên kirin û herêmên navbera Kobanê û Efrînê bi tevahî bên azadkirin.
Bayik da xuyakirin, Tirkiyê dixwaze xeta Cerablûsê bigire bin kontrola xwe û bi vê awayê Efrîn û Kobanê ji hev cuda bike û derbe li şoreşa Rojavayê bide.
Bayik, diyar kir jî, armanca hikûmeta Tirkiyê tunekirina kurdan e û di demek wiha de danûsendin di rojeva wan de nîne.