Ji ber şer û pevçûnan turîzma Bakur têk çûye

Îsal him ji ber qeyrana di navbera Tirkiyê û Rusyayê de, him jî ji ber şer û pevçûnên li bakurê Kurdistanê, hejmara turîstên ku hatine Tirkiyê pir kêm bûne. Ev jî li Tirkiyê bi taybetî jî li Bakurê Kurdistanê bandora xwe him li ser sûk û bazaran, him jî li ser sektora tûrîzmê nîşan dide. Karsaz û xebatkarên sektora tûrîzmê dixwazin ku dewlet piştgiriya wan bike.

K24 – Diyarbekir

Îsal him ji ber qeyrana di navbera Tirkiyê û Rusyayê de, him jî ji ber şer û pevçûnên li bakurê Kurdistanê, hejmara turîstên ku hatine Tirkiyê pir kêm bûne. Ev jî li Tirkiyê bi taybetî jî li Bakurê Kurdistanê bandora xwe him li ser sûk û bazaran, him jî li ser sektora tûrîzmê nîşan dide. Karsaz û xebatkarên sektora tûrîzmê dixwazin ku dewlet piştgiriya wan bike.

Yek ji debara xelkê bakurê Kurdistanê turîzm e. Lê ji ber şer û pevçûnên li herêmê turîzmê jî darbeyeke mezin xwariye. Li gorî sala par hejmara turîstên ku hatin herêmê ji sedî 90 kêm bûne. Loma gelek xebatkarên sektora turîzmê betal mane. Edîp Paçal Serokê Komeleya Platforma Turîzmê Ê Diyarbekirê ye. Edîp Paçal sebeba nehatina turîstan bi du xalan îzah dike ku, yek ji van pevçûn in ya din jî wîzeya bo xelkê Herêma Kurdistanê ye.

Serokê Komeleya Paltforma Tûrîmê Yê Diyarbekir Edîp Paçal di v; derbar; de ji K24ê re axivî û got: “Diyarbekir trawamayek derbas kir. Vê yekê li ser çûnhatina geştiyaran bandoreke menfî çêkir lê ji wê pê ve ji bo xelkê başûrê Kurdistanê ferzkirina wîzeyê faktoreke din a xerabûna tûrîzma herêmê ye. Niha geştyarên ku ji başûrê Kurdistanê tên ji sedî 70 – 80 kêm bûne.” 

Di sala 2015an de heta meha Hezîranê 14 hezar turîstên xwemalî û 127 hezar jî turîstên biyanî hatine Diyarbekir, lê piştî Hezîrana 2015an heta dawiya salê tenê 5 hezar turîst hatine Diyarbekir. Piraniya van jî turîstên xwemalî ne. Di şeş mehên ewil ên 2016an de jî ji ber şer û pevçûnên nava bajêr ti turîst nehatine Diyarbekir.

Melik Bedirhanoglu Alîkarê Serokê Rêvebiriya Otela Lîluzê ye. Ew jî vê rewşê teyîd dike û bal dikşîne ser texrîbata vê pêvajoyê a li ser bikaranîna di sektora tûrîzmê de û dibêje: “Berî pevçûnan di otela me de 49 kes dixebitîn. Lê gava pevçûnan dest pê kir me 35 xebatkarên xwe ji kar derxistin. Lewra em pêşiya xwe nabînin. Ev rewş dê çi qas dewam bike em nizanin lê diyar e ku dê demeke dirêj wisa dewam bike.”

Li Diyarbekirê 612 berhemên çandî û dîrokî ên weke mizgeft, dêr, xan, sûk, mal, kelh û pir he ne. Karsaz û xebatkarên sektora Tûrîzmê dibêjin, turîstên xwecihî û biyanî ji bo dîtina van berhemên çandî û dîrokî tên Diyarbekirê. Lê ji bo tûrîzma çandî û dîrokî xala herî girîng ewlehî ye. Heta ku li herêmê aramî çê nebe, başbûna turîzma herêmê jî ne mimkun e. Loma karsaz û xebatkarên turîzmê niha hêvî û daxwaz dikin, ku di demeke nêz de şer û pevçûn bi dawî bibin û li herêmê aramî û ewlehî pêk were.