600 kesên sivîl ji derdora Minbicê ber bi navçeyên aram ve revîn

Di 1ê vê mehê de, operasyona rizgarkirina Minbicê destpê ker.

K24-Navenda Nûçeyan

600 kesên sivîl ji derdora bajarokê Minbicê karîn birevin û ber bi derverên di bin kontirolkirina Hêzên Sûriyê yên Demokratîk(HSD) ve li aliyê başur ve biçin.

Derbarê revîna wan kesan Rewangeha Sûrî ya Mafê Mirovan tekez kir ku, ji derdora bajarokê Minbicê û piştî dorpêçkirina wî bajarokî 600 kesên sivîl karîn birevin û ber bi navçeyên aram ve biçin ew navçeyên ku, di bin destê HSD de ne.

Li gor daxuyaniya Rewangehê HSD ji aliyê başurê Minbicê li ser tixûmê wê ne û tenê zeviyek heye di navbera wan û bajarokê Minbicê.

Ji aliyê xwe ve Berdevkê Encûmena Leşkerî ya Minbicê  Şervan Derwîş ji K24ê re ragehandibûn ku, tenê yek K.m

di navbera wan û bajarokê Minbicê de maye.

Di 1ê vê mehê de, operasyona rizgarkirina Minbicê destpê ker.