Tirkiyê 11 parlamenterên Almanyayê bi Xayîn binav kirin

Serokomarê Tirkiyê, derbarê 11 parlamenterên ku, dengên erênî dabûn bi awayek tund rexne kiribûn.

K24-Navenda nûçeyan

Li Almanyayê bo parastina 11 endamên Parlamentoya Federal ya Almanyayê ku, bi regez tirk in, polîs hatin agehdarkirin.

11 Parlamenterên Almanyayê ku, ji Tirkiyê ne, di dengdana qebûlkirina jenosayda ermeniyan de dengên erênî dabûn û ji ber vê ji hêla Tirkiyê ve wek "xayîn" hatibûn binavkirin.

Hat ragehandin, ji ber gefxwarinan, himûmeta Almanyayê bo 11 parlamenteran pasewan erkdar kirin. Parlamentera Almanyayê Cemîle Yusuf, daxuyanî da rojnameya Bîld û got, divê hêzên ewlekariyê bi awayek tund biçin ser kesên ku gef li wan dixwin û hesab bipirsin.

Wezîra Koçberî û Hemahengiya Almanyayê Aydan Ozoguz jî dibêje ku, ew eslê xwe înkar nakin lê ne destê Tirkiyê ne ku, dirêjî vê derê bûye.

Serokomarê Tirkiyê, derbarê 11 parlamenterên ku, dengên erênî dabûn bi awayek tund rexne kiribûn.