Hezar û 400 kes xwe radestî pêşmergeyan dikin

Li eniya Mexmûrê ya Başûrê Kurdistanê, hezar û 400 kesên ku ji deverên di bin kontrola DAIŞê de ne reviyan û xwe radestî hêza Pêşmerge kirin.

K24 – Hewlêr

Li eniya Mexmûrê ya Başûrê Kurdistanê, hezar û 400 kesên ku ji deverên di bin kontrola DAIŞê de ne reviyan û xwe radestî hêza Pêşmerge kirin.

Jêderekî ji hêza Pêşmerge li eniya Mexmûrê ragihand, ku hêzên Pêşmerge pêşwaziya hezar 400 kes kirin, ku ji deverên di bin kontrola DAIŞê de ne li başûrê Mûslê reviya bûn. hêza Pêşmerge jî alîkariyên pêwîst bo wan dabîn kirin û bo cihekî aram veguhastin.

Roja 4 Hezêranê jî, hêza Pêşmerge ragihandibû, ku wan pêşwaziya 600 kesên din kiribûn, ku ji deverên derdora Mexmûrê ji zordariya DAIŞê reviya bûn.

Herwiha roja 11 Hezêranê jî, Fermandarê Pêşmerge li eniya Mexmûrê Mihdî Yûnis ji K24ê re ragihandibû, nêzîkî 200 kesên ji navçeya di bin desthilata DAIŞê de bi xwe radestî hêza Pêşmerge kirin. Hemû malbat bûn û piraniya wan jin û zarok bûn.

Bi nêzîkbûna destpêkirina operesyona rizgarkirina Mûsilê, xelkê navçeyên derûberê Mûsilê hewl didin, xwe ji destê DAIŞê rizgar bikin.