Riha: Serokê HEPê yê berê Ferîdûn Yazar hat veşartin

Serokê berê yê Partiya Kedê ya Gel (HEP) Ferîdûn Yazar li bajarê xwe Rihayê bi axê hate spartin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokê berê yê Partiya Kedê ya Gel (HEP) Ferîdûn Yazar li bajarê xwe Rihayê bi axê hate spartin.

Serokê berê yê HEPê Ferîdûn Yazar, duh li bajarê Enqerê ji ber nexweşiya penceşeriyê koça dawî kiribû. Cenazeya Yazar îro li bajarê wî Rihayê bi tevlîbûneka hejmarek mezin ji xelkê û Ala Kurdistanê hate sipartin.

Ji gelek aliyan siyasetmedar, nivîskar û rojnamevan tevlî rêwresma veşartina Yazarî bûn.

Ferîdûn Yazar 72 salî bû û di tevgerên Kurdî de bi dehan salan siyaset kiribû, herwiha zindanî jî bûbû. Yazar di sala 1977an de bû Serokê Şaredariya Rihayê. Di sala 1991an de jî Serokatiya HEPê kiribû.