Emîrekî DAIŞê xwe radestî hêza Pêşmerge dike

Emîrekî DAIŞê ji nava refên DAIŞê vedikişe û li eniya Giwêr ya Başûrê Kurdistanê xwe radestî hêza Pêşmerge dike.

K24 – Navenda Nûçeyan

Emîrekî DAIŞê ji nava refên DAIŞê vedikişe û li eniya Giwêr ya Başûrê Kurdistanê xwe radestî hêza Pêşmerge dike.

Jêderekî ji eniya Giwêr ji K24ê re ragihand, ku îro emîrekî DAIŞê ku bi navê Ebû Taha tê naskirin û berpirsê grûpekî li wê deverê bû, herwiha gelek caran jî beşdarî şer kiriye. ji nava refên DAIŞê vekişî û xwe radestê hêza Pêşmerge kir.   

Derbarê vekişandina çekdarên DAIŞê û hatina wan nava navçeyên di bin kontrola hêza Pêşmerge de, Fermandarekî Pêşmerge ku nexwast navê xwe aşkere bike, diyar kir, ji bilî ku îro Ebû Taha xwe radestî Pêşmergeyan kiriye, berî çend rojan, du çekdarên DAIŞê xwe radestî Pêşmergeyan kirin.

Herwiha rojane, hejmarek ji xelkê sivîl ji navçeyên di bin kontrola DAIŞê direvin û xwe radestî hêza Pêşmerge dikin. Herî dawî jî îro li eniya Mexmûrê, hezar û 400 kesên ku ji deverên di bin kontrola DAIŞê de bûn, reviyan û xwe radestî hêza Pêşmerge kirin.