Yawer sedema rawestandina kolandina xendekan aşkere dike

Sekreterê Giştî yê Wezareta Pêşmerge ya hikûmeta Herêma Kurdistanê sedema rawestandina proseya kolandina xendekên Herêma Kurdistanê aşkere dike.
kurdistan24.net

 

K24 – Hewlêr

Sekreterê Giştî yê Wezareta Pêşmerge ya hikûmeta Herêma Kurdistanê sedema rawestandina proseya kolandina xendekên Herêma Kurdistanê aşkere dike.

Sekreterê Giştî yê Wezareta Pêşmerge ya hikûmeta Herêma Kurdistanê Ferîq Cebar Yawer di hevdîtinekê de ligel K24ê ragihand, rawestandina kolandina xendekên hêza Pêşmerge li navçeyên Germiyan, pêwendiya wê bi ti awayekî bi gefê aliyekî hebe.

Yawer got jî: “Mixabin ew pirs di destpêkê de, şîroveyên şaş anîn. Kolandina xedekan bi ti awayekî pêwendiya wê bi sînorê cigrafî, siyasî û îdarî ya Herêma Kurdistanê tune ye. Tenê bo mebesta parastina çeperan û dûrxistina êrîşên terorî yê li wê navçeyê.”

Yawer aşker kir jî, sedema rawestandina kolandina xendekan pêwendîya wê bi rewşa darayî yak u Herêma Kurdistanê tê re derbas dibe heye, wek çawa bi sedan proje li Herêma Kurdistanê rawestiyan e, proseya kolandina xendekan jî ji aliyê kompaniyên cudacuda dihat cibicîkirin û ji ber nemana bûdceyê û pereyan hatine rawestandin.