Artêşa Iraqê 2 gundan li başûrê Mûsilê kontrol dike

Artêşa Iraqê li başûrê Mûsilê û eniya Mexmûrê di pêşketinê de ne, karîn du gundan jî ji DAIŞê rizgar bikin.

K24 – Nvenda Nûçeyan

Artêşa Iraqê li başûrê Mûsilê û eniya Mexmûrê di pêşketinê de ne, karîn du gundan jî ji DAIŞê rizgar bikin.

Berpirsê Firqeya 15 ya artêşa Iraqê Eqîd Îbrahîm Mihemed Sebawî ragihand, ku hêzên Iraqî piştî şerekî tund li başûrê Mûsilê karîn gundê Hemdan ji destê DAIŞê kontrol bikin û bêhtir ji 20 çekdarên DAIŞê bikujin.

Herwiha efserekî ji Lîwaya 91ê ya artêşa Iraqê ji K24ê ragihandibû, ku gundê Nasir bi temamî kontrol kirin, niha jî tîmên endezyariyê mayînên çandî pûç dikin.

Herwiha Sebawî aşkere kir jî, ku îro artêşa Iraqê karîn li eniyên şerê bajarê Mûsilê pêşketinine balkêş bikin ku şer gihêştiye derûberê gundê Selahiyê.

Çend roj in, hêzên Iraqî li eniya Mexmûr û başûrê Mûsilê operesyonek dest pê kirine, ta niha 4 gund li wê deverê kontrol kirine. Firokeyên Hevpeymaniya Navdewletî jî bi tundî pêgehên DAIŞê bombebaran dikin.