Şaredariya Wanê bersiva Bînalî Yildirim dide

Şaredariya Wanê bersiva daxuyaniyên Serokwezîrê Tirkiyê Bînalî Yildirim da û diyar kir, ku wan ti carî gendelî û tiştên derqanûnî nekirine.

K24 – Navenda Nûçeyan

Şaredariya Wanê bersiva daxuyaniyên Serokwezîrê Tirkiyê Bînalî Yildirim da û diyar kir, ku wan ti carî gendelî û tiştên derqanûnî  nekirine.

Şaredariya Wanê bi daxuyaniyeka niviskî ragihand, ku axaftinên Serokwezîr Bînalî Yildirimî yên derbarê şaredariya wan de bêbingeh û ji rastiyê dûr in. Ger Şaredariya Wanê gendelî bikira, dê haya Serokwezîr jê çê bûya.

Ji sala 2009an heta 2015an ji bo lêkolînkirina gendeliyan, mûfettîş hatibûn wezîfedar kirin. Lêbelê nekarîn sûcek peyda bikin. Di dîroka Şaredarvaniya Wanê de heyamên herî reş dema desthilatdariya AK-Partiyê ne.

Bînalî Yildirim berî 4 rojan dema serdana Wanê kiribû, eşkere kiribû ku ew bi 400 mîlyon lîreyên Tirkî alîkariya Şaredariya Wanê dikin û pirs kiribû, ka gelo ev pere ji bo kîjan xizmetê tê bikaranîn.