Bo Încîrlîkê Tirkiye rê neda Fransayê loma çû Minbicê

Tirkiye dil dike ku li Încîrlîkê hêzên leşkerî yên Almanî bên bicihkirin. Tê gotin di nav çend hefteyê de Tirkiye û Almanya ji bo vê peymanekê îmze bikin. Fransa jî xwestiye, ku hêzên xwe yên leşkerî li baregaha Încîrlîkê bicih bike. Lê Tirkiye rê nedaye. Li ser vê yekê Fransa berê xwe da Rojavayê Kurdistanê û li Minbicê wê baregehekê ava bike.
https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/d7d53974-6e88-4bbc-aa1c-ef482e9a5c77/twrkyawalmanya.ism/manifest

K24 – Stenbol

Tirkiye dil dike ku li Încîrlîkê hêzên leşkerî yên Almanî bên bicihkirin. Tê gotin di nav çend hefteyê de Tirkiye û Almanya ji bo vê peymanekê îmze bikin. Fransa jî xwestiye, ku hêzên xwe yên leşkerî li baregaha Încîrlîkê bicih bike. Lê Tirkiye rê nedaye. Li ser vê yekê Fransa berê xwe da Rojavayê Kurdistanê û li Minbicê wê baregehekê ava bike.

Nîqaşên li ser baregeha leşkerî ya NATO'yê ya Încîrlîkê ku li nava sînorên Edeneya Tirkiyê dimîne, roj bi roj zêdetir dibe. Hêzên navnetewî dixwazin, bi mebesta têkoşîna li dijî DAIŞê baregehê bikar bînin.

Piştî hevdîtinên Amerîka û Tirkiyê ya li ser pêşeroja Sûriyê, par meha tîrmehê baregeha Încîrlîkê, bi amanca têkoşîna li dijî DAIŞê, ji koalîsyona navneteweyî re ku bi pêşengiya Amerîkayê ye, hatibû vekirin. Berî niha Erebîstana Siûdî û Katarê hêzên xwe li Încîrlîkê bicih kiribûn.

Almanya û Fransa demeke dirêj e, ji bo hêzên xwe yên leşkerî li Încîrlîkê bicih bikin, li gel Tirkiyê di nav têkiliyê de ne.

Piştî di parlamentoya Almanyayê de qira Ermenan wek jenosîd hat pejirandin, têkiliyên Almanya û Tirkiyê ket tengasiyê. Lê belê ji bo jinûavkirina têkiliyên herdu welatan hinek gav tên avêtin.

Berdevkê hikûmeta Tirkiyê Nurettîn Canîklî gotibû: “Almanya daxwaza bikaranîna baregeha Încîrlîkê kir, lê belê me hêj bi Almanyayê re li hev nekiriye.”

Berdevkê Wezareta Almanyayê Borîs Nannt jîragihand, hindik maye ku dê ligel Tirkiyê li hev bikin û got: “Di nav çend hefteyê de Almanya û Tirkiye li ser baregeha Încîrlîkê dê peyamnekê îmze bikin.”

Eger peyman bê îmzekirin, ji bo 400 leşkerên Almanî avahiyên leşkergehiyê dê bên avakirin.

Di vê navberê de Fransa jî xwestiye, ku leşkerên xwe bişîne baregeha Încîrlîkê, lê belê Tirkiye destûr nedaye. Li ser vê yekê jî Fransa digel berpirsên PYDê axiviye û biryar dane, ku li Minbîcê bo leşkerên Fransayê baregehekê ava bikin.