Hewlêr: PDK-Sê salvegera damezrandina xwe birêve dibe

Li hola Mîdya ya Hewlêrê Partiya Demokrata Kurdistanê – Sûriye (PDK-S) salvegera damezrandina yekem partî li Rojavayê Kurdistanê bibîr anî.
kurdistan24.net

K24 – Hewlêr

Li hola Mîdya ya Hewlêrê Partiya Demokrata Kurdistanê – Sûriye (PDK-S) salvegera damezrandina yekem partî li Rojavayê Kurdistanê bibîr anî.

Di 14 Hezêrana 1957an de, bi serpereştiya Osman Sebrî û ligel Noredîn Zaza, Mihemed Elî Xoca, Şewket Nasan, Hemze Niwêran, Şêx Mihemed Îsa, Xelîl Ebdula, Reşîd Hemû û Ebdilhemîd Derwêş yekemîn partiyeke siyasî li Rojavayê Kurdistanê Partiya Demokrata Kurdistana Sûriyê hat damezrandin.

Bi vê boneyê jî Partiya Demokrata Kurdistanê – Sûriye (PDK-S) li Hewlêra Paytext, ahengek lidar xistin. Tê de hejmarek ji siyasetmedar û çalakvanên her çar perçeyên Kurdistanê amade bûn. Herwiha gelek pirûskên pîrozbahiyê ji partiyên Kurdistanî û kesayetên siyasî hatin xwendin.

Sekreterê PDK-Sê Siûd Mela bi vê boneyê ji K24ê re axivî û got: “Di roja damezrandina Partiya Demokrata Kurdistana Sûriyê de, me soz da gelê xwe ku biparêzin û bicih bînin. Niha jî roj bi roj kar dikin bo cibicîkirina mafê miletê me. Herwiha em hewl didin ku rola partiya me roj bi roj di milet de bihêztir bibe. Emê bi şoreşa Sûrî re soz didin ku di demek nêzîk de, em maf û daxwazên miletê xwe bicih bînin.”

Herwiha Mela spasiya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) kir, ku di dema damezrandina yekem partî de li Rojavayê Kurdistanê, roleke wê girîng hebû. Mela diyar kir jî, ku damêzrênerên Partiya Demokrata Kurdistana Sûriyê, rêbaza Barzaniyê Nemir di nava miletê Kurdê Sûriyê de çand.

Herwiha endamê Komîta Navendî ya PDK-Sê Norî Birîmo jî got: “Em hêvî dikin, ku sala bê em salvegera partiya xwe li Efrîn, Kobanê û Qamişlo bi azadî li kolanan bikin û dilê miletê xwe şad bikin.”