Li Minbicê bêhtirî 560 çekdarên DAIŞê hatine kuştin

Encûmena Leşkerî ya Minbicê di konfiranseke rojnamegeriyê de ragihand ku, di roja 15emîn ya operesyona Şehîd Fêsel Ebû Leyla bo rizgarkirina Minbicê de, dora 100 kîlometro çargoşe hate rizgarkirin û hezar çekdarî DAIŞê hatine jinavbirin.
https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/9c9ea2e3-ea26-4058-8c89-0ed457ba8d66/amced-menbic.ism/manifest

K24 – Minbic

Encûmena Leşkerî ya Minbicê di konfiranseke rojnamegeriyê de ragihand ku, di roja 15emîn ya operesyona  Şehîd Fêsel Ebû Leyla bo rizgarkirina Minbicê de, dora 100 kîlometro çargoşe hate rizgarkirin û hezar çekdarî DAIŞê hatine jinavbirin.

Encûmena Leşkerî ya Minbicê konfiranseke rojnamegeriyê lidar xist ku Serokê wê hêzê Ebû Emced û Berdevkê wê hêzê Şervan Derwîş amade bûbûn. Ebû Emced got jî: “Em niha li gor plana xwe diçin, astenga li pêş pêşveçûna me maye ew e, hebûna sivîlan di nava bajêr de ye.”

Ebû Emced got jî: “Dora 100 kîlometro çargoşe ji DAIŞê hate rizgarkirin û bêhtirî 560 termên çekdarên DAIŞê hene. Li gor amarên me nêzîkî 30 heta 40 hezar sivîl di bajarê Minbicê de mane. Jixwe dora 150 hezar sivîl di Minbicê de bû, lê piraniya wan di rojên borî de ber DAIŞê reviyane.”

Herwiha Serokê Encûmena Leşkerî ya Minbicê Ebû Emced got: “Em spasiya Hevpeymaniya Navdewletî dikin, di serî de hêzên Amerîkî, Birîtanî û Fransî. Herwiha em spasiya xelkê gundên ku me ji DAIŞê rizgar kirine dikin li ser alîkariya wan. Ez banga Xelkên Minbicê dikim, ku ji deverên xwe DAIŞê dûr bikevin û bi şevê dernekevin, ji ber ku zanyariyên me hene, ku her kesê bi şevê bigere DAIŞ wî armanc dike.”

Herwiha Ebû Emced got jî: “Hêzên me di moraleke bilind de ne û DAIŞ desthilata xwe li ser erdê ji dest daye. Herwiha pêwendî di navbera wan de jî hatiye birîn.”