Qamişlo: Salvegera damezrandina yekemîn partiya Kurdî li Sûriyê

Bi helkefta 59mîn salvegera damezrandina yekemîn partiya Kurdî li Sûriyê, çalakîne cûrbecûr ji aliyê hin partiyên siyasî yên Kurdî ve li Rojavayê Kurdistanê hatin lidar xistin. Hin siyasetmedarên Kurd dibînin ku tevgera siyasî di dirêjahiya 59salan de nedikarîbû di warê rêxistinî de biser keve. Her wiha di warê siyasî de pêwîstî bi yekrêziya gotara siyasî heye, da ku hejmara partiyên Kurd zêdî yên heyî nebin.
https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/49a10afe-c99f-4c75-bcbd-df3cce94c95a/parti-qamislo.ism/manifest

K24 – Qamişlo

Bi helkefta 59mîn salvegera damezrandina yekemîn partiya Kurdî li Sûriyê, çalakîne cûrbecûr ji aliyê hin partiyên siyasî yên Kurdî ve li Rojavayê Kurdistanê hatin lidar xistin. Hin siyasetmedarên Kurd dibînin ku tevgera siyasî di dirêjahiya 59salan de nedikarîbû di warê rêxistinî de biser keve. Her wiha di warê siyasî de pêwîstî bi yekrêziya gotara siyasî heye, da ku hejmara partiyên Kurd zêdî yên heyî nebin.

Serkirdên Partiya Demokrata Pêşverû ya Kurd li Sûriyê, di vê helkeftê de tekez dikin ku ewê li ser şopa damezrênerê yekemîn pariya Kurdî berdewam bin, nemaze di warî lihevhatina siyasî di navbera aliyên siyasî yên Kurd li Rojavayê Kurdistanê de. Herwiha didin zanîn ku tevî hemû pirsgirêk û aloziyê tevgera siyasî, wan karîbû hin encaman bidest bixe û doza Kurd bi dezgehên navdewletî naskirin bidin.

Partiya demokrata Kurdistana Sûriyê di sala 1957an de li ser destê hejmarek ji rewşenbîr û welatparêzên Kurd ve, weku yekemîn partiya Kurd li Sûriyê hate damezrandin, di sala 1963an de piştî 6 salan ji damezrandina wê dest bi perçebûnan di tevgera siyasî de hate kirin û ta vê demê jî berdewam in, ku hejmara partiyê Kurd gihiştiyê nêzî 40 partiyî.