Amnesty bo zarokên Dîyadînê îmze kom kirin

Sala borî li bajarê Agiriyê navçeya Dîyadînê Muhammed Aydemîrê 16 salî û Orhan Aslanê 19 salî dema li nanpêjgehekê kar dikirin ji aliyê polîsên Tirkiyê ve hatin kuştin.

K24-Navenda Nûçeyan

Rêxistina Lêborînê ya Navneteweyî ji bo zarokên Dîyadînê yên bi navê Orhan Arslan û Muhammet Aydemîr ku, sala borî ji aliyê polîsên Tirk ve hatibûn kuştin kampanyaya îmzeyê da destpêkirin.

Rêxistin bi vê kampanyayê daxwaz dike ku, derbarê kuştina her du zarokên kurd de ji bo hemû rastî derkevin holê gav werin avêtin.

Amnesty da zanîn ku, pêwîste Lêpirsînek bê alî û serbixwe were destpêkirin û kujerên wan bên darizandin û cezakirin.

Sala borî li bajarê Agiriyê navçeya Dîyadînê Muhammed Aydemîrê 16 salî û Orhan Aslanê 19 salî dema li nanpêjgehekê kar dikirin ji aliyê polîsên Tirkiyê ve bi hiceta ku,  endamên PKKê ne hatibûn kuştin.