Parlementereke Brîtanyayê bi guleyekê hate kuştin
K24 – Navenda Nûçeyan
Li bakurê Brîtanyayê teqe li parlementereke Birîtanyayê hat kirin û canê xwe jidest da.
Li gor “Sky News” ku palementera Brîtanyayê Joe Cox îro li bakurê Brîtanyayê raste êrîşeke bi gule û kêrê hat û canê xwe jidest da. Herwiha li gor medyaya Brîtanyayê ku polîsan kesekî 52 salî desteser kirin.
Joe Cox ya 41 salî dayika 2 zarokan e, parlementera Partiya Karkerên Birîtanyayê ye. Piştî raste êrîşê hat birîndar bû, piştre canê xwe jidesta.
Li gor bînerekî bûyera kuştina Joe Cox, ku kesê êrîşker berî êrîşa xwe bang kir “Brîtanya berî her tiştî ye” û gule bi ser wê de berda.
Piştî bûyerê, her yek ji Serokwezîrên Brîtanyayê Daved Kamîro û Şaredarê Londonê Sidîq Xan li ser rûpelên xwe yên tûra civakî Twitterê nîgeraniyên xwe derbarê wê bûyerê de nîşandan.