KCK: Bi AKPê re tiştê ku bê gotûbêjkirin tune ye

Konseya Rêveberiya KCK'ê bersiv da Serokwezîrê Tirkiyê Binalî Yildirim û da zanîn, bi desthilatiya AKPê re tiştê ku bê gotûbêjkirin tune ye.

K24 – Navenda Nûçeyan

Konseya Rêveberiya KCK'ê bersiv da Serokwezîrê Tirkiyê Binalî Yildirim û da zanîn, bi desthilatiya AKPê re tiştê ku bê gotûbêjkirin tune ye.

Hevserokatiya KCKê, derbarê gotinên Serokwezîrê Tirkiyê ku gotibû "PKK xeberên çekberdanê dişîne, lê em guhdarî nakin" de daxuyaniyeke nivîskî belav kir.

Di daxuyaniyê de tê destnîşankirin, hikûmeta Tirkiyê dixwaze têgihiştineke direwîn saz bike, ku hemberê PKKê biser ketine.

Herwiha di daxuyaniyê hat jî, bila raya giştî bizane, desthilatiya Tirkiyê niha dixwaze sîstema faşîzm û dagirker damezrîne û bi hikûmeteke wiha re tiştek ku bê gotûbêjkirin tune ye.

Herwiha KCKê, bang li alîgirên demokrasiyê kir ku, hemberî sîstema dagirker û faşîzmê, hêzên xwe yek bikin û bi hev re têbikoşin.